Polisan daxuyaniya ji bo Aslan ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin asteng kir 2021-08-10 14:41:47   AMED - Daxuyaniya ku hat xwestin ji bo Mahsûm Aslan ê HPG'î ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin bihata dayîn ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Endamên MEBYA-DER'ê vê rewşê bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin.       Mahsûm Aslan ê HPG'î ku di sala 2018'an de li Dersimê di encama êrişeke hewayî ya Artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû cenazeyê wî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erzînganê ve ji Miduriyeta Polisan a Erxenê re bi kargoyê hatibû şandin. Daxuyaniya ku MEBYA-DER'ê xwest ji bo vê rewşê li Amedê bide ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Rêveberên DBP û HDP'ê yên Amedê, rêveberên MED TÛHAD-FED û TÛAY-DER'ê û aktîvîstên TJA'yê jî tevlî daxuyaniya ku hat xwestin li ber biryardariya Mafê Mirovan a li Parqa Koşûyolûyê bê dayîn bûn.   Polisan derdora girseya ku li ber biryardariyê kom bû girt û dorpeç kir û got ku wê destûr nedin daxuyaniyê. Li ser vê komê astgengiya polisan bi çalakiya rûniştinê şermezar kir.    Di peyamên ku dema rûniştinê hatin dayîn de hat diyarkirin ku şandina cenazeyê Aslan a bi kargoye nayê qebûlkirin.    Piştî demekê çalakî bi dawî bû girse ji hev belav bû.