Di protestoya DEDAŞ’ê de 2 cotkar hatin binçavkirin 2021-08-10 14:52:58   RIHA - Du cotkarên  ku li dijî birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê rêya Riha û Mêrdînê ji trafîkê re girtin hatin binçavkirin.      Cotkarên ku li devera Çobanderesî ya navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê li hev kom bûn, li dijî birîna ceyrane ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) rêya Riha û Mêrdînê bi traktoran ji çûn û hatinê re girtin. Li ser vê yekê cendermeyan xwestin cotkar rê vekin, piştî ku cotkaran çalakiya xwe berdewam kir, cendermeyan bi gaza îsotê mudaxaleyî cotkaran kir.    Du cotkarên piştî mudaxaleya cendermeyan di çalakiya xwe de israr kirin hatin binçavkirin. Dû re cendermeyan cotkar belav kirin û rêya Riha û Mêrdînê careke din ji trafîkê re vekirin.