Gundiyên bandor ji lehiyê girtin dixwazin pir û cihok bên çêkirin 2021-08-11 09:07:39   WAN - Şêniyên gundê Xencolîsê yê navçeya Elkê ku lehiya rabû bandorek mezin li wan kir, anîn ziman ku ji ber tengbûna pir û cihokan, xaniyên wan texrîb bûne.    Ji ber lehiya ku li navçeya Elkê, Qerqelî û Çardêranê ya Wanê rabû, gelek xanî û axur xera bûn û gelek heywan mirin. Sedemeke lehiyê, nepaqijkirina cihokan û tengbûna wan e. Şêniyên gundê Xencolîs ê Elkê, xwestin cihok bên firehkirin û paqijkirin.    GEL DOZA PIRÊ DIKE   Niyazî Denîz, diyar kir ku ji ber lehiyê bi rojan e ava wan a vexwarinê tune ye û got: "Pirsgirêka me ya herî mezin ava paqij û cihokên teng in. Ji bo careke din tiştekî wisa neyê serê me, divê rayedar van pirsgirêkan hel bikin. Berê li taxa me pirek hebû, lê ji ber teng bû xitimî. Em dixwazin pir bê çêkirin."    Zekiye Denîz ku ji ber lehiyê xaniyê wê pir xirab bûye, anî ziman ku di dema lehiyê de bi zorê xwe û pitika xwe ya di nav pêçekê de xelas kiriye. Denîz ku xaniyê wê di nav heriyê de maye, bilêv kir ku gelek derz li xaniyên wê ketine û got: "Lehiyê amûrên me hemûyan den ber xwe. Em niha perîşan in."    AVA VEXWARINÊ   Nazdar Alpak jî diyar kir ku ji ber ava vexwarinê qut bûye, her roj diçin ji kaniyê dikişînin û ji ber vê zehmetiyê dikişînin. Alpak, anî ziman ku kincên xwe jî li kaniyê dişon û got: "Piştî lehiyê, em wisa difikirin ku ava kaniyê jî ne pir paqij e. Tavilê divê ev pirsgirêka me bê helkirin."    Sevdîn Alpak jî got: "Ji bo biçim mala xwe divê ez devera herî derbas bikim. Ji lew re pir xira bû. Zarokên min çend rojan di mal de man û min çêlekên xwe neçêrandine. Em dixwazin ji me re pirek bê çêkirin."    MA / Cemîl Ûgûr