Dorpêça li ser Mexmûrê 3 sal in didome: Divê NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin 2021-08-11 09:08:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Dorpêça PDK'ê ya li ser Mexmûrê, 3 sal in didome. Endamê Komiteya Dîplomasiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî Saît Çomlek anî ziman ku ew bi xetereyên mezin re rû bi rû ne û got: "Dive NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin."    Piştî bûyera 17'ê Tîrmeha 2019'an ya li restoranta Hoqqabaz a Hewlerê ku endamê MÎT'ê Osman Kose hatibû kuştin, çûn û hatina Wargeha Mexmûrê hatibû qedexekirin û ambargo dest pê kiribû. Ambargoya PDK'ê ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Wargeha Şehîd Rûstem Cudî) hatiye danîn, 3 sal li dû xwe hiştin. Ji ber vê dorpêç û ambargoyê mexmûrî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin. Her wiha mafên wan ên tenduristiyê jî tê binpêkirin. Ji ber vê 8 jinên ducanî ku nehat hiştin biçin Hewlêrê derman bibin, zarokên wan ji ber wan çûbûn. Di wargehê de bi giştî 123 nexweşên bi nexweşînên kronîk hene û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin.    Li gel vana, Wargeha Mexmûrê di 5 salên dawî de 6 caran jî ji hewayê de hatibû bomberankirin.    Endamê Komiteya Dîplomasiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî Saît Çomlek rewşa dawî ya wargehê nirxand.    ZAROKÊN WAN JI BER WAN ÇÛN    Endamê Komiteya Dîplomasiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî Çomlek, diyar kir ku bi danîna ambargoyê re li wargehê zehmetî rû dane û got: "Wekî ku tê zanîn ev 2 sal in li ser wargeha me ambargoyeke pir giran heye. Ev ambargo jî bi destê PDK'ê ve hat danîn. Di berê de jî me ambargoyên bi vî rengî jiyan kiribûn. Lê vê carê piçek cudatir bû. Ji sala 2019'an pê ve li ser wargehê ambargo danîn. Ambargo bi qedexekirina Hewlerê dest pê kir. Weke ku tê zanîn berê hemû kar û xebatên me li ser Hewlerê pêk dihatin û li wir çareser dibûn. Piştî ku 17'ê Tirmehê ambargo hat danîn, me zorî û zehmetiyên gelek mezin jiyan kirin. Ji 17'ê Tîrmehê şûnde yekser qedexe danîn û em di hatin û çûyinan de astengiyên gelek mezin re rû bi rû man. Ji ber vê yekê jî di van hatin û çûyinan de dema ku nexweş çêdibûn bi taybetî jî jinên ducanî zehmetiyên pir mezin jiyan kirin. Mînak 8 jinên wargehê ji ber ku pir zêde hatin sekinandin zarokên wan ji ber wan çûn. Di heman demê de, di wargehê de welatiyeke ku nexweşîna dil pê re hebû, qeyrana dil derbas kir. Bijîşk got pêwîst e bi lezgînî biçe Hewlerê li nexweşxanê tedawiyê bibe. Lê mixabin ev nexweşê me hat sekinandin. Piştî çend saetan şûnde destûr hat dayîn ku derbas bibe. Lê mixabin ji ber ku pir hat sekinandin di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Heger ev mirov di wext de bigihaşta nexweşxaneyê dibû ku nemirana."   153 NEXWEŞÊN BI NEXWEŞIYA KRONÎK HENE    Çomlek, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser bandora şewba Covîd-19'ê ya li ser wargehê jî û anî ziman ku gelê wargehê ji mafê tendûristiyê bêpar hat hiştin.    Çomlek got: "Di van salan de nexweşiya korona weke kerasetekî û belayeke mezin di cîhanê de belav bû. Bêgûman vê yekê bandor li wargeha me jî kir. Li gorî min di cîhanê de herî zêde li ser wargeha me bandoreke neyînî kir. Çimkî me hemû derfetên xwe yên tedawiyê li ser Hewlerê çareser dikirin. Çûyina me ya Silêmanî û Mûsilê tune bû. Ji ber wê jî dema ku nexweşiya koronayê derket em destgirêdayî man. Em nehatin tedawîkirin. Mafê me yê tendûristiyê hat astengkirin. Dermanên ku lazim bûn tune bûn, bijîşkên me pir kêm bûn. Nexweşxaneyên em qebûl nedikirin. Cihê ku herî nêzikî Mexmûrê Hewlêr e. Ji ber wê me dixwest ku em nexweşên xwe bibin Hewlerê. Lê mixabin nexweşên me negirtin. Ji ber wê jî me zor û zehmetiyên pir mezin jiyan kirin. Di vê demê de ji sedî zêdetir însanên me bi koronayê ketin. Di heman demê de 8 însanên me yên temenmezin di wê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan. Heger me bikariba van nexweşan di nexweşxaneyên Hewlerê de razînin îhtimaleke mezin hebû ku ev mirov bihatana rizgarkirin. Di heman demê de bi hezaran nexweşên me yên kronîk hene. Ev jî nexweşên dil, şekir in. Di vê demê de ev mirov ji mafê xwe yê tendûristiyê bêpar man. Bi taybetî jî nexweşên şekir û yên tansiyonê zehmetiyên mezin jiyan kirin. Bi giştî 30 nexweşên me yên penceşêrê hene. Ev nexweş nehatin tedawîkirin. Di heman demê de 60 nexweşên bêhntengiyê, 40 nexweşên felc û 23 nexweşên otoîzm û dawn sendorumiyê hene. Di vê pêvajoyê de van nexweşan gelek zehmetiyên mezin jiyan kirin. Dibe ku ev zehmetî di dîroka civakan de pir kêm bên dîtin. Ev ambargoya ku ji hêla PDK'ê ve li ser Mexmûrê hatiye danîn, civak bi zehmetiyên mezin re rû bi rû hişt. "   'XEBATÊN SILÊMANIYÊ ENCAM DAN'    Çomlek, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku li ser ambargoya wargeha wan li Silêmaniyê ji bo 10 rojan xebat dan meşandin û di van xebatan de encameke baş hatiye girtin û wiha dom kir: "Hemû karên wargehê li ser Hewlerê bû. Lê mixabin di sala 2019'an de ji 17'ê Tîrmehê şûnde çûyîn û hatin hat qedexekirin. Li gel van qedexeyan xebat nehatin meşandin. Di hêla aborî de ev ji bo me bû bargiraniyeke gelek mezin. Heta ku demeke dirêj bi vî rengî meşiya. Mûsil nêzikî me ye. Lê ji ber gefa DAÎŞ'ê çûyina me ya Mûsil tune bû. Her wiha Silêmanî gelek dûrî me ye. Ji ber vê yekê jî di van salan de astengiyên pir mezin çêbûn. Astengiyên aborî bêguman bandora xwe li ser dêrûniya civakê jî kir. Ji ber ku me êdî hêviya xwe ji Hewlerê qut kir, xebateke nû hat destpêkirin. Êdî me zanî ku çi bibe bila bibe destûr nadin ku em biçin Hewlerê. Ji ber wê jî me xebatên dîplomasiyê dan destpêkirin. Bi taybetî jî ji bo Silêmaniyê me xebateke berfireh da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de pêwendiyên me bi saziyên Komeleyên Mafê Mirovan re û rêxistin û saziyên kurd re çêbûn. Ev xebatên me 10 rojan berdewam kirin. Piştî ev qas zor û zehmetiyan, xebatên me yên Silêmaniyê encam dan. Niha rewşa me ji ya berê çêtir e."    WARGEH 6 CARAN JI HEWAYÊ VE HAT BOMBEBERANKIRIN   Endamê Komiteya Dîplomasiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Saît Çomlek, bibîr xist ku di 5 salên dawî de 6 caran êrîşên hewayî çêbûne û gefên li ser wargehê hîn jî didom in.    Çomlek got: "Ji 2017'an û şûnde bi giştî 6 caran êrîş li ser wargehê çêbûn. Ev êrîş carina ji hêla DAÎŞ'ê ve pêk hatin û carina jî ji hêla artêşa tirk ve pêk hatin. Di nava van salên ambargoyê de mirovên me di wargehê de dorpêçkirî man. Bêgûman vê dorpêçê bandor li dêrûniya gelê wargehê jî kir. Helbet ji bo derbaskirina van rojan hewledanên me hebûn û bi piştgiriya gelê xwe me hêza çareseriyê afirand. Bi alîkariya Meclîsên ji heq hin pirsgirêkan hat derketin. Ew malbatên ku di hêla aboriyê de rewşa wan gelek nebaş ji hêla rêveberiyê ve hatin tespîtkirin û danûstandin ji bo van malbatan pêk hat. Heta ku bandora ambargoyê bê şikandin di aliyê aborî de alikariya malbatê çêbû. Ev alikariye hêj jî berdewam dike. Di wargehê de hin kes hene, nikarin kar bikin û nexweş in. Ji bo ku em civakeke kolektîf in her malbatek alikariya malbatên ku rewşa wan nebaş e, dike. "   GEFÊN TIRKMENAN   Çomlek, diyar kir ku di êrîşeke gengaze de divê NY û hikûmeta Iraqê berpirsyariyê bigirin û ev tişt gotin: "Ji roja ku em hatine wargehê heta niha tu caran xeterên li ser wargeha me xelas nebûne. Her carê civak bi xetereyekî re rû bi rû maye. Dem bi dem artêşa tirk êrîşên hewayî pêk tîne. Di heman demê de gefên Tirkmenan li ser wargehê hene. Gelek caran Erşat Salihî di daxuyaniyên xwe de weke berdevk û nûnerekê dewleta tirk diaxive. Wargeha me ji bo xwe xeter dibînin û her tim bi awayekî aşkere dibêjin 'em ê êrîş bikin.' Bêgûman ev gef xetere ye. Li dijî van gefan divê komeleyên mafên mirovan, sazî û dezgehên demokrat hişyar bin. Ji ber ku bi awayekî aşkere gefan li me dixwin. Pêwîst e ku em gefên wan cidî bigirin û amadekariyên xwe bikin. Neteweyên Yekbûyî û Dewleta Iraqê ji parastina wargehê berpirsyare. Ji ber wê jî heger bûyerek wiha rû bide, divê ev hêz hişyar bin. Heger rewşeke wisa çêbibe jî berpirs Iraq e. "   'DIVÊ NY Û PDK XWEDÎ ERK BIN'    Çomlek, li dijî êrîşên li ser wargehê helwesta NY û hikûmeta herêmî jî rexne kir û got: "Divê NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin."    BANGAWAZÎ   Çomlek di dawiya axaftina xwe de got: "Rewşa wargeha Mexmûrê naşibe rewşa wargehên din ên cîhanê. Dema ku civakek penaber dibe û li cihekî niştecih dibe hêzên ku wan diparêzin hene. Lê mixabin ev parastin ji bo me nîne. Ji ber wê jî wargeha me ji êrîşan re vekiriye û divê ku em şiyar bin. Pêwîst e ku em xebatên xwe yên dîplomasiyê zêde bikin. Xeterî her tim li ser civaka me heye. Ev xetere kêm nebûne. Bi taybetî divê Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê  erka xwe pêk bînin. Her çi qas em NY û hikûmeta Iraqê rexne dikin, divê em di vir de helwesta PDK'ê jî rexne bikin. PDK di sekna xwe de xeteriyê tîne. Xeteriya PDK'ê li ser me heye. Divê PDK weke partiyeke Kurdistanî tevbigere. Niha êrîşên gelek dijwar li ser wargehê hene. Lê divê em sedema hatina me ya li vê wargehê tu caran jibîr nekin. Divê em yekitiya xwe ava bikin û xwedî li hev derbikevin."    MA / Zeynep Dûrgût