‘Tirkiyê keça min, PDK’ê jî birayê min birin’ 2021-08-11 11:18:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Xwişka Ayhan Tatli yê ji aliyê PDK’ê ve hat girtin û dayika Gulgel Tatli ku bi birîndarî hat girtin Fatma Tatli, got: “Yên ji xwe re dibêjin em Kurdim birayê min Ayhan winda kirin û em nizanin li ku ye. Îro jî keça min ji aliyê Tirkiyeyê vehat girtin.” Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên beşdarî operasyona derveyî sînor a Tirkiyê bûn, li nêzî gundê Bêxme yê girêdayî navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê komeke ji 3 HPG’iyan pêk tê kirin dorpêçê. Ev 16 rojin agahî ji vê koma HPG’ê nayê girtin.    Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) ya di 29’ê Tîrmehê de, di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de cih girt, hêzên PDK’ê êrişî koma ku kirine dorpêçê kiriye.    HPG’ê derbarê bûyerê de, di 31’ê Tîrmehê de, cara duyemîn daxuyanî da bû. HPG’ê, navên di komê de cih digirin Erdal Aslan (Serwer Serhat) ê ji navçeya Qereçoban a Erziromê, Ayhan Tatli (Wargeş Çevreş) ê ji navçeya Hezexê ya Şirnexê û Dijwar Berxwedan ê ji bajarê Hesekê yê Rojava da bû û bang li PDK’ê kiribû ku derbarê koma wan de daxuyaniyekê bide.    BANG LI PDK’Ê KIR   Malbata Mahmût Xelef ê HPG’î, ji bo ku aqûbeta lawê xwe hîn bibe di 9’ê Tebaxê de derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû. Bavê Xelef Hesen Şerîf Xelef li Deriyê Sînorê Sêmalka hat asteng kirin. Bav Hesen Şerîf Xelef ê di 9’ê Tîrmehê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî, bang li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî û rayedarên partiyê kiribû ku, derbarê aqûbeta kurê wî û hevalên wî de daxuyanî bidin.   NEHAT DERMANKIRIN   Xarziya Ayhan Tatli yê HPG’î endama YJA-Starê Gulgel Tatlî jî, li herêma Meydandere ya girêdayî gundê Marûnis a Colemêrgê, di şerî 26’ê Tîrmehê de, birîndar bû. Tatli yê ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Tatli bêyî ku tedawiya wê bi dawî bibe, di 4’ê Tebaxê de, birîn Qereqola Eskerî ya Bajêr. Tatlî ya ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin nekir, guh hat girtin û wê şandin Girtîgeha Colemêrgê.   ASTENGIYA HEVDÎTINÊ   Dayika Gulgel Tatli û xwişka Ayhan Tatli Fatma Tatli, ya li bendê bû ku PDK derbarê birayê wê de daxuyaniyekê bide, keça wê bi birîndarî hat girtin. Dayika Tatli ya ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî wiha got: “Piştî ku keça min Gulgeş Tatlî bi birîndarî hat binçavkirin, eskeran bi telefonê agahî dan me. Ji ku em keça xwe bibînin, em çûn Colemêrgê. Lê em asteng kirin. Parêzerê me tenê karî hevdîtinek kurt bike.”   BI BIRÎNDARÎ GIRTIN   Dayik Tatli, bal kişand ser rewşa keça xwe û wiha bilêv kir: “Mil, ling û pişta keça min birîndar bûne. Ligel vê jî bêyî ku derman bikin, şandin girtîgehê. Divê mirovek birîndar bê dermankirin. Ji ber ku tişta ji keça min xwestine nekarîne bigirin, wê şandin girtîgehê. Niha ez tenê dizanîm keça min li ku ye. Ez bi keça xwe serbilind im, serê min bi wê wê bilind e, wê tu carî serî li hemberî kesekê serî netewand”   PDK’Ê YEK BIR, TIRKIYÊ YEK BIR   Tatli, da zanîn ku eskeran 10 rojan îşkenceyên giran li keça wê kirine û wiha got: “Di heman demê de, îtîrafkarî ferzî wê kirine. Ev çend heftîbûn em ketibûn derdê birayê min ê winda. Di ser de jî, ji Colemêrgê geriyan û gotin ‘keça te birîndar bûye.’ Yên ji xwe re dibêjin em Kurdim birayê min Ayhan winda kirin û em nizanin li ku ye. Îro jî keça min ji aliyê Tirkiyeyê vehat girtin. Tişta li me tê kirine ev e.”