Faîlê Eda Nûr Kaplan hat girtin 2021-08-11 13:02:09   ENQERE - Faîlê destdirêjiya Eda Nûr Kaplan Yûsûf Guzelyûrt ku piştî hatibû binçavkirin hatibû berdan, li ser îttîraza dozger hat girtin.       Yûsûf Guzelyûrt ku dest dirêjî Eda Nûr Kaplan kiribû û bûbû sedema întihara wê piştî ku hatibû binçavkirin ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Li ser îttîraza Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve careke din hatin binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Faîlê destdirêjiye Mehmet A. jî hat binçavkirin.    ÇI BÛBÛ?   Eda Nûr Kaplan (18) ku li navçeya Çankaya ya Enqerê dijiya, di 31'ê tîrmehê de giliya 2 zilaman kiribû û gotibû ku dest dirêjî wê kirine. Faîlê destdirêjiyê Mehmet A. bi hinceta "tunebûna delîlan" hatibû berdan. Li ser vê Kapnlan ji dayika xwe re ev peyam, "Keça te biçûk êdî hin tiştan tehemûl nake. Keça te gelek xerc kirin." şandibû û dawî li jiyana xwe anîbû. Faîlê din ê destdirêjiyê Yûsûf Guzelyûrt jî piştî ku hatibû binçavkirin bi şertê "kontrola edlî" hatibû berdan.