Li Rihayê 8 girtî hatin sewqkirin 2021-08-11 17:06:22   RIHA - Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê 8 girtî sewqî girtîgehên Herêma Behra Reş hatin kirin.      Li Girtîgeha Tipa T a Rihayê, 8 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî Sezar Dûrûk, bi malbata xwe re bi telefonê axivî û ragihand ku 8 hevalên wan sewqî girtîgehên Herêma Behra Reş hatine kirin. Li gorî ragihandinên Dûrûk van girtiyan; Celal Babacan, Mehmet Bînîcî û Emin Bînîcî û 5 girtiyên ku navê wan nehatine hînkirinin.