Piştî 36 salan vegeriya û 'Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê' da destpêkirin 2021-08-12 09:04:48   MEREŞ – Welatiyê bi navê Ahmet Guden ku piştî 36 salan cardin vegeriya Mereşê, ji bo jiyaneke ekolojîk tevî gundiyan 'Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê' da destpêkirin.    Ahmet Guden ku li gundê Axtil ê navçeya Elbîstan a Mereşê dijî, di sala 1985'an de ji ber sedemine siyasî û aborî koç kiriye û li Stenbolê bi cih bûye. Guden piştî 36 salan cardin vegeriyaye warê xwe û dest bi çandinî û sewalvaniyê kiriye. Guden, piştî ku hatiye gund li dijî polîtîkayên bişavtina ziman û çandê, qirkirina ekolojiyê û koçberiyê tevî gundiyan 'Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê' ava kiriye.    Guden, behsa aramnca vê tevgerê û tiştên ku heta niha kirine kir.    Guden, anî ziman ku piştî Komkujiya Mereşê gundên wan hatine valakirin û hema bibêje erdnîgarî ji mirovan hatiye xalîkirin û li gundên hatine valakirin ji derdorine din hin mirov hatine bicihkirin.    Guden, bilêv kir ku mînaka herî dawî ya di vî warî de jî di sala 2016'an de li gundê Terolar ê Mereşê çêbûye ku ev der warê welatiyên elewî ye, lê penaberên sûriyeyî li vir li kampa AFAD'ê hatine bicihkirin û bi vî awayî tê xwestin demografiya herêmê bê guherandin.    Guden ku got "Hema bibêje tê xwestin kurd û elewî ji vê axê bên derxistin", destnîşan kir ku li dijî van fikaran dest bi projeyeke wisa kirine.    ‘EM Ê BI DESTÊ AXÊ HILBERÎNIN Û BI DESTÊ JINÊ PARVE BIKIN'    Guden, destnîşan kir ku di vî warî de herî zêde jinan piştgiriya wî kiriye û bi 'Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê' re li ser hemû qadên jiyanê hûr dibin. Guden got: "Dixwazin zimanê me û çanda me ji holê rakin. Mesela, em hewl didin, ji bo felsefeya elewîtiyê cardin li vê axê şax vede. Pûçkirina polîtîkaên bişavtinê jî, bi jinûveavakirina jiyanê pêkan e. Em li dijî komkujiyên xwezayê jiyaneke ekolojîk diparêzin. Bi kurdî gotinek heye; ‘Emê bi destê axê ava bikin, bi destê jinan parvebikin.’ Em ê gundên xwe veguherînin qadên jiyanê, ne goristanan. Em dixwazin civak xwe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike. Em gundên xwe tenê ji bo goristanan bi akr neynin. Bila her kes vegere warê xwe. Bê ziman çand jî ne pêkan e."    Gundiyan di sala 2019'an de xebateke darçandiniyê daye destpêkirin û di çarçoveya vê xebatê de heya niha 5 hezar dar hatine çandin. Guden, da zanîn ku niha jî hewl didin 120 hezar darên mişmişan, behîvan û gûzan deynin û got: "Gava xizmet bê kirin, em baş dizanin dê ev ax her tiştî bide me. Em axê esas digirin û hewl didin aboriya herêmê pêş ve bibin. Gava aborî xurt bibe, dê mirov karibin li van deran bijîn. Mirovên me li çar hawirdorê cihanî belav bûne. Em dixwazin welatiyên me yên çûne derveyî welêt û metrepolan vegerin. Her giya li ser koka xwe şîn dibe. Divê her kes vegere ser cewhera xwe."    'ALTERNATÎFA KAPÎTALÎZMÊ JIYANA EKOLOJÎK'    Guden, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku sala bê bi alîkariya welatiyên dilxwaz 300 hezar darî biçînin. Guden di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir: "Li metrepolan jiyan nema. Pandemiyê nîşan da ku bê projeya me çi qasî rast e. Êdî mirov dixwazin li warê xwe bijîn. Dê roj bê her kes bi qîmeta axa xwe û xwezaya xwe zanibe. Êdî behsa jiyana ekolojîk tê kirin. A ku pandemiyê derxist holê pergala kapîtalîst e. Alternatîfa vê jî jiyaneke ekolojîk e."    MA / Bariş Polat