MEBYA-DER: Divê her kes li ber pêkanînên hovane rabe 2021-08-12 09:06:26   AMED- Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag, ji bo cenazeyên HPG'iyan ku bi kargoyan tên şandin, anî ziman ku berdewamiya polîtîkaya dijminatiyê ye û got: "Divê her kes li ber van pêkanînên hovane rabe."    Di 10'ê Nîsana 2020'î de cenazeyê Agît Îpek ê HPG'î ku di 23'yê Gulana 2017'an de li Tepê Xelasor ê Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, bi PTT Kargoyê re ji malbataê wî re hatibû şandin. Vê carê Serdozgeriya Komarê ya Erzinganê bi kargoyê cenazeyê Mahsûm Aslan ê HPG'î ku di Hezîrana 2018'an de li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, ji Midûriyeta Polîsan a Erxeniyê re şandibû.    Hevserokê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag bertek nîşanî vê da.    GEF LI MALBATÊ XWARINE   Karadag, anî ziman ku ewilî wan serdana malbata Aslan kiriye û polîsan ji malbatê re gotiye ji kesî re behsa kargoyê nekin. Karadag, bilêv kir ku piştî hatiye bihîstin cenaze bi kargoyê hatiye şandin, bi îxrackirina xizmên malbatê yên karmend re gef li malbatê hatine xwarin.    Karadag, destnîşan kir ku bi pêkanînên "hovane" yên wekî xerakirina goristanan, perçekirina cenazean dijminatî tê kirin û cenazeyên bi kargoyan ji malbatan re tên şandin jî berdewamiya polîtîkaya dijminatiyê ye û got: "Bi vî awayî nirxên malbatan binpê dikin û dixwazin êşa wan girnatir bikin. Divê her kes li ber van pêkanînên hovane rabe."    PEYARÊ Û KARGO    Karadag, cenazeyên HPG'iyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyan de hatibûn veşartin bibîr xistin û destnîşan kir ku polîtîkaya dijminatiyê niha bi kargoyê şandina cenazeyan didome.    ‘EM LI BER RABIN'    Karadag, anî ziman ku îqtidar diguherin, lê feraset naguhere û got: "Ev feraset hem wan zarokan dikuje, hem jî hestiyên wan bi kargoyê ji malbatan re dişîne. Gava cenazeyek hat definkirin êdî ew cenaze dibe xwediyê wê axê, lê ev feraset li dijî vê ye. Ev zarok, ji bo vê axê, ji bo vî gelî jiyana xwe ji dest dan. Lewma divê her kes li dijî van êrîşan rabe."    BANG LI MALBATAN KIR   Karadag, anî ziman ku li Meclîsê û li kuçeyan bilêvkirina van pêkanînan qîm nakin û got: "Çi bikeve ser milê me divê em bikin. Di warê hiqûqî de çi hewce be em amade ne bikin. Bila malbat netirsin û serî li me bidin. Em nikarin li ber van bûyeran xwe li bêdengiyê deynin. Hemû kesên xwedî wijdan divê li ber vê êrîşan xwe bêdeng nemînin."