Kaplan: Divê Komîteya Wezîran zextê li Tirkiyeyê bike 2021-08-12 09:46:37   STENBOL - Parêzer Hasîp Kaplan, biryara DMME'yê ya derbarê Ocalan de ku 7 sal in pêk nayê weke "qorîdora mirinê" bi nav kir û got ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê  zextê li Tirkiyeyê bike.       Buraya Hiqûqê ya Asrinê ku parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike, ji ber ku muwekîlê wan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin îzolasyona civakî de tê girtin û cezayê heta hetayê ku beyî bêtehliyekirin lê hatiye birîn li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHS) ku îşkence û memeleya xerab qedexe dike, di sala 2003'an de serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME'yê di 18'ê adara 2014'an de vê serlêdanê nirxand û biryar da "Ocalan 2" ku cezayê heta hetayê yê bêyî berdana bişert li dijî xala 3'emîn a AÎHS'ê ye.   Piştre DMME'yê, heman biryarê ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Cîvan Boltan jî da. Ji hêla kesên ku serlêdan kirine ve rexmî ku di ser biryara pêşane ya Ocalan de 7 sal derbas bûye jî ji bo sererastkirina cezayê muebbeta giran ku şertê wê yê berdanê tune ye tu sererastkirineke qanûnî nehatiye kirin. Di nav 7 salên borî de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî pêkanîna biryara DMME'yê negirt rojeva xwe. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV), ji bo ku biryara DMME'yê ya derbarê Ocalan, Kaytan, Gûrban û Boltan bi awayekî lezgîn bigire rojeva xwe serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AK) dan.    Yek ji parêzerên destpêkê yê Ocalan û Parlamenterê berê yê HDP'ê Hasîp Kaplan, serlêdana ku hatiye kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.   DMME'YÊ LI GORÎ BIRYARA XWE TEVNEGERIYA   Parêzer Hasîp Kaplan, diyar kir dema ku cezayê "darvekirinê" yê piştî radestkirina Tirkiyeyê li Ocalan hatiye birîn û ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye kirin, di 25'ê mijdara 1999'an de bi daxwaza "rawestandina înfaza cezayê mirinê" serî li DMME'yê dane û DMME'yê biryara "tedbîrê" daye û wiha got: "Serokên koalîsyona demê Bulent Ecevît, Mesût Yilmaz û Devlet Bahçelî bi "protokoleke" hevpar biryar dan ku li gorî biryara tedbîrê tevbigerin. Pişt re DMME'yê ji bo serlêdana me ya doza sereke jî biryara "Mafê darizandina adîl hatiye binpêkirin" da. Ev biryar jî ji dadgehê re hat şandin lê dadgehê vê biryarê pêk nanî. Komîteya Wezîran KE'yê biryarê negirt rojevê."   BERPIRSYARIYA PEYMANÊ   Kaplan, da zanîn ku piştî Tirkiye protokola rakirina cezayê darvekirinê qebûl kiriye, bi guhertina qanûnî derbasî pêkanînên mîna "Cezayê muebbeta giran" û "Hucreya yekkesî û tecrîd" bûye û ev tişt got: "Di encama serlêdana ku parêzeran kir DMME'yê biryar da ku pergala înfazê ya heta mirinê li dijî peymanê ye. Tirkiye 7 sal in ji bo vê biryarê tu guhertin pêk naniye û li gorî biryarê tevnagere. Mixabin Komîteya Wezîran a KE'yê venêrînê nake. Desthilat jî vê cesaret digire û biryara derbarê înfazê de pêk nayne. Serlêdana ÎHD, TÎHV, OHD û TOHAV'ê girîng e. Heke Komîteya Wezîran a KE'yê biryareke bibandor nede dîsa dikare serî li DMME'yê bê dayîn. Li welatên ku cezayê darvekirinê li wan tune ye pergaleke mîna "înfaza heta hetayê" nîne."   SERERASTKIRINEKE NÛ ŞERT E   Di berdewamê de Kaplan, destnîşan kir ku divê Tirkiye li gorî biryara DMME'yê tevbigere û sererastkirineke nû ya înfazê çêbike û wiha got: "Di nav 7 salan de hevdîtinên Îmraliyê, pêvajoyên çareseriyê çêbûn jî desthilata AKP'ê li gorî biryarê tevnegeriya. Hêvîkirina pêkanîna vê biryarê ya desthilata AKP-MHP'ê ku ji sala 2015'an ve êrişên partî û hilbijartiyên kurdan dike û dixwaze cezayê darvekirinê careke din bîne ne pêkan e. Beriya niha Azerbeycan jî biryara DMME'yê pêk nanîbû lê ji ber danekirinên giran Azerbeycan neçar ma ku biryarê pêk bîne. Heta ku ev zext li Tirkiyeyê jî neyê kirin wê Tirkiye biryarê pêk neyne û sererastkirinek nû çêneke."   'QANÛNÊN XWE JÎ PÊK NAYNIN'   Kaplan, pergala "înfazê ya heta mirinê" weke "qorîdora mirinê" bi nav kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "DMME'yê di vê mijarê de gelek biryaran daye. Di sala 2005'an de desthilata AKP'ê di sûcên muebbeta giran de derbasî Înfaza Ewlehiya Bilind bû. Îşkence, tecrîd û îzolasyon bûye ji rêzê ye. Mixabin CPT cot standartiyê dike û li dijî hemû serlêdanan cesaret daye desthilatê. Statua Girtîgeha Îmraliyê û herêma qede di pergala înfazê de tune ne. Astengkirina hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzerên wî re derbarê êrişên li dijî Başûr û Rojava ne. Kesên ku di pirsgirêka kurd de çareseriya aştiyane naxwazin zextên xwe zêde kirine. Li gorî qanûnên xwe jî tevnagerin. Divê li dijî bêdaletiyê hem ji hêla hiqûqî hem jî ji hêla siyasî ve têkoşîn bê dayîn û raya giştî ya navneteweyî bê çêkirin."   MA / Ferhat Çelîk