‘Malbata Şenyaşar ji bo herkesê têkoşîna edaletê dide’ 2021-08-12 10:12:53   RIHA - Kesên riya wan dikeve Edliyeya Rihayê, diyar kirin ku malbata Şenyaşar ji bo herkesê têkoşîna edaletê dide û wiha gotin: “Heke malbata Şenyaşar qezenç bike, wê her kesê ku daxwaza wan a edaletê heye qezenç bike.”   Çalakiya nobeta “Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 157’an de didome. Dayik û kurê wê yê ku polîsan gelek caran tundî lê kirin, di vê pêvajoyê de rexmî ku 6 caran hatin binçavkirin û germa bi pîleya 45'an jî lêgerîna xwe ya edaletê bê navber didomînin.    Dayik û kurê wê yên her serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê 45 kîlometreyan rê tên ber Edliyeya Rihayê û li qada ku ji aliyê kesên riya wan dikeve edliyeyê ve weke “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin bi dowiza li ser “Edalet” dinivîse dest bi nobetê dikin. Malbata ku li vir kesên tên serdana wan pêşwazî dikin û ji kesên rêya wan dikeve edliyeyê û parêzeran re bêhiqûqiya bi serê wan hatiye vedibêjin. Kesên ku riya wan dikeve edliyeyê, şahidiniya têkoşîna malbata Şenyaşar vegotin.    ŞERMA MEZIN   Perwerdekar Sıtkı Dehşet ê tiştên malbatê jiyan weke “zilm” nirxand, bi lêv kir ku her dema malbatê dibîne baweriya wî ya li edaletê kêm dibe û wiha got: “Mixabin li ser navê edaletê tiştek nemaye. Ev bûyera ku beriya 3 salan hat jiyîn li pêş çavên qeymeqam, walî û wezîrê dewletê pêk hat. Pêknehatina edaletê şermeke mezin e. Ji bo ku ji vê şermê xwe xelas bikin divê demildest edalet pêk were.”   ‘HEMÛ CÎHAN DI FERQÊ DE YE’   Dehşet, destnîşan kir ku dayik û kurê wê 157 roj in li pêş edliyeyê têkoşîna bê navber didomînin û wiha axivî: “Dema her ku ez ji di vir de derbas dibim ji ber weke welatiyekî nikarim tiştek bikim bê aram dibim. Bila malbata Şenyaşar vê baş bizane ku Riha, Tirkiye heta cîhan di ferqa vê bêhiqûqiya tê jiyîn de ye. Dilê milyonan mirovan niha bi malbatê re ye. Me hêviya xwe winda nekiriye, ez bawer dikim ku bi piştevaniyê em dikarin vê bêhiqûqiyê bi dawî bikin.”   HIQÛQA SERDESTAN   Parêzer Îbrahîm Halîl Oyke jî dest nîşan kir ku daxwaza malbatê tenê “darizandineke adil e” û wiha got: “Lê darizandineke adil tune ye. Dosyayên dozê li dijî hiqûqê kirin du beş. Faîlan di encama polîtîkayên bê cezatiyê tu ceza negirt. Bi awayekî derveyî hiqûqê tiştên biryara nepen a ser tiştên li nexweşxaneyê hatin jiyîn 3 sal in didomin. Îtîrazên parêzeran jî bi awayekî kêfî tên redkirin. Di şertên asayî de divê lêpirsîn di mehekê de hatibûya temamkirin lê bi hiqûqa serdestan 3 sal derbas bûn.”   MALBAT BU SEMBOL   Oyke, da zanîn ku têkoşîna edaletê ya malbatê ji bo herkesê daxwaza edaletê dike ye û wiha axivî: “Malbata Şenyaşar li vir bû sembolek. Heke malbata Şenyaşar qezenç bike, wê her kesê ku daxwaza wan a edaletê heye qezenç bike. Divê demildest biryara nepen a li ser dosyayê were rakirin û ev bê hiqûqê were bidawîkirin.”   ŞERMA MEZIN   Kedkara Tenduristiyê Selma Ateş jî bi lêv kir ku tiştên ku Emîne Şenyaşar dijî weke dayikekê wê xemgîn dike û wiha got: “Berxwedana dayikekê ya li pêş edliyeyê ya ji bo edaletê şermeke mezin e. Dema min cara ewil tiştên dayikê vegotin guhdar kirin, ji min re gelek ecêp hatibûn. Di nava nexweşxaneyê de bûye şahidê qetilkirina hevjîn û kurên xwe. Dayikek li gel van êşan li ser piyan disekine. Tiştên ev dayik dijî di encama mudaxaleyên siyasî ne. Heke em hemû bi malbatê re bikarîbûna bêjin ‘edalet’ dayika Emîne 157 rojan li wir nedisekinî û wê edalet pêk hatibûya.”   WIJDANA CIVAKÊ   Ateş, dest nîşan kir ku malbata Şenyaşar wijdana civakê ye û wiha axivî: “Tenê ji bo xwe edaletê naxwazin ji bo herkesê edaletê dixwazin. Em hemû ne li cem wan e lê ew ji bo me hemûyan li wir dirûnin. Ez vê gelek hêja dibînim lê ji ber rûniştina dayikekî ya 157 roj an li ser pêya rê şerm dikim.”   TENÊ EDALET   Parêzer Ahmet Atiş ê dema li pêş edliyeyê re derbas dibû bû şahidê astengkirina polîsan a malbatê û mudaxaleyî wan dikir jî wiha got: “Malbateke ku sê sal in lêgerîna xwe ya edaletê didomîne heye. Dayikê hevjînê xwe û du kurên xwe li ber çavan winda kirin, kurekî wê jî di girtîgehê de ye. Ji xwe ne pêkane êşên dayikê bên parvekirin, dayik tenê edaletê dixwaze.”   MA / Emrûllah Acar