9 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Karakaş hat birîn 2021-08-12 13:29:15   EDENE - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ê di hat darizandina 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.   Danişîna dawî ya doza xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ku di 6’ê Mijdara 2020’an de li Edeneyê hat girtin û ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê û îfadeyên hin şahidan bi sûcdariya "endamtiya rêxistina " tê darizandin hat dîtin.    Danişîna Karakaş li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. Karakaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerê Karakaş Tugay Bek di salona danişînê de amade bû.    Karakaş di parastina kir de, îdîa û sûcdariyên li ser xwe red kirin û wiha got: “Ez rojnamegerim. Kesên ku derbarê min de îfade dane, ji bo ku xwe xelas bikin, bêbextiyê li min dikin. Di vê dozê de, xebatên rojnamegeriyê tên darizandin. Ez sûcên li ser xwe red dikim. Berdan û beraeta xwe dixwazim.”    Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku muwekîlê wî rojnamegere û ne endamê tu rêxistinê ye. Bek, da zanîn ku divê bêbextiyên şahidan neyin guhdarkirin û beraeta muwekîlê xwe xwest.     Piştî parastinan, dozger mutalaya xwe ya derbarê Karakaş de dubare kir û xwest Karakaş bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.    Şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir û 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Karakaş birî û biryar da ku girtina Karakaş dewam bike.