Li Hezexê zarokekî xwest ku întîhar bike 2021-08-12 14:00:55   ŞIRNEX- Li taxa Yenî ya navçeya Hezexê zaroka 16 salî xwest ku întîhar bike.    Li taxa Yenî ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, duh danê êvarê  zaroka  16 salî ya ku navê wê nehat zanîn  ji ber sedemeke ne diyar xwest ku întîhar bike û dawî li jiyana xwe bîne.  Li ser agahdarkirina malbatê gelek wesayitên  agirkujê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Zaroka  ku hewl da întihar bike hat astengkirin û bi ambulansê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.    Hat zanîn ku rewşa wê baş e.