Di êrişa nijadperest a ser penaberan de 76 kes hatin binçavkirin 2021-08-12 14:51:54   ENQERE - Piştî ku li navçeya Altindaxê êrişî mal û dikanên Sûriyeyiyan hatin kirin 76 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Altindax a Enqereyê di encama êrişa nijadperest de du ciwan hatibûn kêrkirin û ciwanekê jiyana xwe ji dest dabû û pişt re êrişî mal û dikanên Sûriyeyiyan hatibû kirin. Miduriyeta Polîsan a Enqereyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku têkildarî êrişa ser penaberan 76 kes hatine binçavkirin. Miduriyetê, da zanîn ku ji kesên hatin binçavkirin 38 ji wan ji sûcên dîzî, bi zanebûn birîndar kirin, bikaranîna madeyê tiryakê û firotina wî û hwd. qeydên wan hene.    Li aliyê din Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk jî têkildarî êrişa nijadperest daxuyanî da û êriş weke “provokasyon” bi nav kir.