Penaberên Sûriyeyê yên rastî êrişî hatin: Canê me di talokê de ye 2021-08-12 15:32:08 ENQERE - Penaberên Sûriyeyê yên duh bi şev rastî êrişê hatin, taxê terk dikin. Penaberên li Kizilayê geriyan gotin, canê wan di talokê de ye. Rayedarên Kizilayê jî bersiva “ger êrişî mala we kirin li me bigirin” dan penaberan.    Li taxên Onder û Battalgazî yên girêdayî navçeya Altindag a Enqerê, komên nijadperest duh bi şev êrişî mal û kargehên penaberên ji Sûriyeyê kirin. Tiştên ku duh li taxan qewimîn berfirehiya êrişê bi wêneyên kargeh û xaniyên ku camên wan hatin şikandin, hilweşandin û şewitandin eşkere bû. Piştî duh bi şev li her du taxan, ne pêkane ku mirov rastî penaberên Sûriyeyî bê. Polîsên ku duh bi şev tedbîrên pêwîst negirtine, li her serê kolanê barîkat danîn. Hin penaber ji pencereyên malên xwe yên şikestî temaşe dikin. Hat diyarkirin ku gelek ji wan jî di saetên serê sibê de tax terk kirine.       Penaberên mayîn jî, xwe amade dikin ku taxan terk bikin. Hat hînbûn ku piraniya penaberên di bin parastina demkî de ne, serê sibê bi polîsan re ji taxê hatin derxistin. Li gorî agahiyê me ji taxê girtin, penaberên ku neçar man ji malên xwe derkevin, polîsan ew birîne salonên spor û şevîniyan.   'EM NIZANÎN EM Ê BI KU DE HERIN’   Niha gelek penaber bi derfetên xwe taxê terk dikin. Penabereke Sûriyeyî yê nexwest navê wî bê aşkere kirin M.R., diyar kir ku ew 5 kesin, mala xwe vale kiriye, lê nizane bi ku de here. M.R., da zanîn ku ew dibin parastina demkî de, lê nayin parastin û wiha got: “Em alîkariyê dixwazin. Duh bi şev qiyamet rabû. Zarokên me ne razan.”   KIZILAY: GER ÊRIŞ KIRIN LI ME BIGERIN   M.R., da zanîn ku piştî bûyerê li Kizilayê geriyan û wiha got: “Rayedarekê Kizilayê bi min re axivî. Ji min re got, ‘ger êrişî mala we kirin li me bigirin.’ Dûre telefon girt. Polîsan duh bi şev bi awayekê hişk mudaxileyî êrişkaran ne kirin. Em alîkariyê dixwazin. Ewlekariya canê me tuneye. Canê me di talokê de ye.”   ALA TIRK BI MALAN VE KIRIN   Li serê her kolanên taxan polîs radixwestin û bi ala Tirk bi gelek kargeh û pençereyên malan ve hatine kirin. Bi taybetî li nêzî cîhên karên penaberan, ala Tirk hatine daliqandin. Ji aliyê din, hat dîtin ku hin cihên kar hewl didin ku tabelayên nivîs ên Erebî yên ku wan berê daliqandibûn rakin.    BI PÊŞENGTIYA ULKU OCAKLERI   Li taxê şahidên bûyerê, diyar kirin ku komek nîjadperest bi pêşengiya Ulku Ocaklari yên Karapurçek ev du roj in li taxê ne, li kolanan digerin û tekbîran berz dikin. Welatiyekê taxê yê nexwest navê xwe bide, ev agahî dan: “Di êrişa duh bi şev rû da de, tenê welatiyên li vê taxê dijin ne bûn. Di kolanan de, wesayîtên plakeyên wan cuda hebûn. Ez wisan difikirim ku ji bajarên derdorê hatibûn. Ji bo polîsan jî tu bergireyek baş negirtin.”    MA / Zemo Aggoz