Gefa "wê cenazeyê te ji girtîgehê derkeve" li girtî xwarin 2021-08-12 16:35:56   AMED - Girtî Kûrban Ozcan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, ji ber tundiya ku lê hatiye kirin 25 kêl avêtine laşê wî û gefa kuştinê lê hat xwarin.   Kurbanî Ozcan ku li Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa T a Amedê tê girtin, careke din li girtîgehê tundî lê hat kirin. Ozcan, bi rêya telefonê ji malbata xwe re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Gulan Ataş (65) ku bi kurê xwe re axivî, diyar kir ku îşkence li kurê wê hatiye kirin û 25 kêl avêtine laşê kurê wê û ev agahî dan: "Gardiyan û kesên li rêveberiya girtîgehê peywirdar bi ço û pihînan li kurê min dane. Li laşê wî gelek birîn çêbûne û 25 kêla avêtine laşê wî. Kurê li girtîgehê gerandine û piştre avêtine hucreya yekkesî. Gardiyan û peywirdaran ji kurê min re gotine, 'Tu yê ji vir sax dernekevî, wê cenazeyê te ji vir derkeve'. Ez ditirsim ku kurê min bikujin. Wiha îşkence li mirovan tê kirin? Bang li rayedaran dikim ku tiştekî ji kurê min re bikin."   BANGA HESTIYARIYÊ   Ateş, banga hestiyariyê li rêxistinên sivîl û mafên mirovan kir û got ku ew ji jiyana kurê xwe bifikar e. Ateş, piştre bal kişand ser teda ku li girtîgehê li kurê tê kirin û ev tişt anîn ziman: "Gelek caran îşkence li kurê min hatiye kirin û gefa kuştinê lê hatiye xwarin. Heke tiştek bê serê kurê min wê rêveberiya girtîgehê berpirsyar be."   Meha borî Ozcan ji ber tundiya ku gardiyanan lê kiribû 20 rojan ketibû çalakiya greva birçîbûnê."