ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN 2021-08-24 09:00:00 * Rojnamevan Îbrahîm Êzidî tekildarî herdu êrişên li ser Şengalê axivî û got: "Ev êriş bi awayeke hevbeş pêk hatiye. Ji ber ku şehîd Saîd Hesen bi berpirsên artêşa Iraqê re hevdîtin pêk anîbû û civîna wan bi dawî bûbû û ji bo pêşwazîkirina Mistefa Kazimî bikin di nava Şengalê de, hedef hat girtin.”  * Muzîkjen Metîn Kiliçaslan ku ji 5'ê Hezîrana 2015'an heya niha girtiye û di Girtîgeha Bandirma ya Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, di 15'm Nîsana 2021'ê de diviyabû bihata berdan, lê ji ber ku Dadgeha Bilind derbarê dosyeya wî de biryar nedaye nayê berdan.    * Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Ahmet Çîçek, anî ziman ku îdareya girtîgehê pirsên wekî "Tu ji Abdullah Ocalan hez dikî?" û "Tu misilman î?" ji girtiyan dipirse û bi vî awayî berdana wan taloq dike.    *  Li Tirkiyeyê yek ji bajarên hewaya herî qirêj jî Mereş e. Sedema vê jî santralên termîkê yên bi komirê dixebitin. Şêniyên bajêr, diyar dikin polîtîkaya "bêmirovbûnê" ku bi komkujiya Mereşê dest pê kiriye, niha bi talankirina xwezayê tê domandin.    * Neşe Toprak û Senan Dogan Dagdevîren ku di berhemên xwe de bal kişandine ser çalakiyên greva birçîbûnê û tiştên di dema qedexeyên derketina derve de qewimîn, hewl didin bîrê bi zimanê hunerê zînde bihêlin.    * Derhêner Ferman Narîn ku êrişên nîjadperest ên penaberên afxan bi wan re rû bi rû dimînin, bi navê "Afxan" kir belgefîlm.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 169'emîn de berdewam bike.    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Cîhanê ya Aştiyê dê li avahiya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * HDP wê li navçeyên Elbistan û Ekînozu yên Mereşê hevdîtinên gel li dar bixe. (16.00 - 18.00)