8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin 2021-08-24 09:57:13 RIHA - Girtiyê nexweş Cebraîl Vûral ê li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin diyar kir ku 8 girtiyên nexweş di qawîşekî de kom kirine û got: “Dixwazin em li vir birizin.”    Girtiyê nexweş Cebraîl Vûral ê li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T tê ragirtin bi rêya telefonê li gel malbata xwe axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihand. Vûral ê ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire da zanîn ku ew 8 girtiyên nexweş sê meh in li qawîşek mîna hucreyê tên ragirtin.    Vûral diyar kir ku ji roja wan birine wê qawîşê nexweşînên wan zêde bûne û midûr û dozgerê girtîgehê jî dibêjin ku haya wan ji sepanek wiha nîne.   ‘DIXWAZIN EM BIRIZIN’     Vûral anî ziman ku nexweşînên girtiyên di qawîşê de ne jî zêde dibin û wiha got: “Ji bo em bimirin me di qawîşekî de radigirin. Armanca wan jî ev e. Em têne tecrîdkirin. Ev sepanên dij hiqûqê ne. Li dijî mafên tenduristiya mirovan in. Biryara vê sepanê ne saziyan girtiye, şexs bi awayên kêfî van biryaran digirin.”    Vûral diyar kir ku ji bo guhertina odeyê daxwazname dane lê nehatiye qebûlkirin û got: “Dixwazin em li vir birizin. Zîhniyeta Kenan Evren li vê girtîgehê heye.”    ‘DIXWAZIN ZAROKÊN ME BIMIRIN’    Dayika Vûral, Nofa Vûral bertek nîşanî sepanên li ser girtiyan da û da zanîn ku 27 sal in lawê girtî ye û 10 sal in li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin û ji roja şewba vîrûsa koronayê dest pê kiriye, lawê xwe nedîtiye. Nofa Vûral destnîşan kir ku girtiyên nexweş xistine qawîşekî û got: “Tedawiya wan nayuê kirin. Dixwazin nexweşînên zarokên me zêde bibin û bimirin. Sê meh in ev zilm têk irin. Çima vê zilmê li însanek nexweş dikin? Heta dawiyê em bi zarokên xwe re ne. Min sozek daye wî heta ew dernekve ez ê nemirim. Em naxwazin darbestên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Bila destûrê nedin vê yekê û bêhiqûqî neyê kirin.”     ‘BERPIRSIYAR MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ YE’    Birayê Vûral, Selîm Vûral jî anî ziman ku heke tiştek were serê kekê wî û girtiyên din berpirsiyarê vê yekê midûrê girtîgehê M.K. ye. Vûral destnîşan kir ku ew ê vê zilma li ser girtiyan qebûl nekin. Vûral got divê her kes deng bide dengê girtiyên li dijî tecrîd û binpêkirina mafan ên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne.    MA / Emrûllah Acar