Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin 2021-08-24 12:23:08   RIHA - Malbata Şenyaşar a 169 roj in “Nobeta Edaletê” digire û wiha bang kir: “Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin. Ji ber ku edalet ji her kesê re lazim e.”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 169’emîn de didome. Daxwaza malbatê ya hevdîtinê ya bi dozgerê dosyayê û Serdozgerê Komarê yê Rihayê re heta niha nehatiye qebûlkirin.    Malbata Şenyaşar îro careke din bi daxwaza ku Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtinê bike, ketin avahiya edliyeyê. Ji daxwaza hevdîtinê ya malbatê re hêj tu bersiv nehatine dayîn, li bendemayîna dayik û kurê wê ya hevdîtina bi dozger re, di avahiyê de didome.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi wêneyê dayika Emîne Şenyaşar ê li pêş avahiya edliyeyê hatiye kişandin re ev peyam parve kir: “Ez dayikeke dil şewat im. Kurê min bi awayekî bêhiqûqî 3 sal in di hucreyeke yek kesî de tê girtin. Ez naxwazim li malê rûnim û di bin zilmê de bijîm. Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin. Ji ber ku edalet ji her kesê re lazim e.”