Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin 2021-08-24 13:29:09   AMED - Bav Ş.Ş. yê ku li Amedê tecawizî keça xwe R.Ş. ya 16 salî kir, hat girtin.    Derket holê ku R.Ş. ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li ser acizbûna wê di 20’ê tebaxê de dayika wê, ew bir nexweşxaneyê ducanî ye. Piştî ku R.Ş. ji bijîşk re got ku bavê wê tecawizî wê kiriye, rewş ji miduriyeta polîsan re hat ragihandin.    R.Ş. ya piştî bûyerê îfadeya wê hat wergirtin, diyar kir ku bavê wê tecawizî wê kiriye. Li ser vê yekê polîsan bav Ş.Ş. yê hat diyarkirin ku li navçeya Erxeniyê ye binçav kirin. Bav Ş.Ş. yê piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin, dadgehê ew girt.    Hat hînbûn ku R.Ş. ya bi pisporên dêrûniyê re îfadeya wê hatiye wergirtin, ji aliyê bavê xwe ve bi awayekî sîstematîk 2 sal in tê tecawizkirin û rojên zor û zehmet derbas kirine.