Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire 2021-08-25 09:10:04 ENQERE - Saziya Tiba Edlî (ATK) bi raporên xwe, taloqkirina înfaza girtiyên nexweş asteng dike. Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, ATK saziyeke girêdayî Wezareta Dadê ye, lewma darazê jî kiriye saziyeke pêgirtî û got: "ATK, divê rêgeza edaletê esas bigire." Saziya Tiba Edlî (ATK) bi raporên xwe, taloqkirina înfaza girtiyên nexweş asteng dike. Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, rewşa girtiyên nexweş û raporên ATK'ê yên derbarê girtiyên nexweş de nirxand.    KRÎTERÊN TÊN PÊKANÎN    Fîncanci, anî ziman ku rapora ATK'ê bi taybetî ji bo hikumxwarên nexweş, di warê "taloqkirina înfazê" de pir girîng e û di dema amadekarina van raporan de ATK li gor hin krîteran tevdigere. Fîncanci, da zanîn ku pêşî bi hin teknîkan girtiyên nexweş tên muayenekirin û piştî nirxandina belgeyên tibî biryar tê dayîn.    Fîncanci, diyar kir ku ev krîter ne standard in û ji bo du girtiyên nexweşînên wan wek hev, raporên cuda tên amadekirin.    PIRSGIRÊKA STANDARDÎZASYONÊ    Fîncanci, bilêv kir ku di raporên ATK'ê de pirsgirêkeke din û mezin jî pirsgirêka standardîzasyonê ye û got: "Di taloqkirina înfazê de asta pirsgirêka tenduristiyê û li gor van pirsgirêkan mayîna di girtîgehê de, esas nayên girtin û rapor bi vî awayî tên amadekirin. Ji ber ku standardîzasyonek wisa tune ye, pirsgirêkên mezin rû didin. PErgala senifandina nexweşînê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê heye. Lê li Tirkiyeyê çawa û çi qasî tê bikaranîn, ev cihê nîqaşê ye. Her wiha jixwe me di dema Covîd-19'ê de dît bê çawa şaş û xirab bi kar tînin."    NEXWEŞÊN PENÇEŞÊRÊ    Fîncanci, li ser girtiyên bi pençeşêrê ketine û raporên wan ên "nikarin di girtîgehê de bimînin" hene, jî sekinî. Fîncanci, destnîşan kir ku nexweşên pençeşêrê divê di şert û mercên pir guncan de bên tedawîkirin, lê belê ev şert li girtîgehan tune ne.    DI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DE RAPOR HATIN GUHERANDIN   Fîncanci, bilêv kir ku di raporên ATK'ê de car carinan bi hin guherînan re rû bi rû dimînin û guherandina herî mezin jî di dema çalakiyên greva birçîbûnê yên 2018'an de rû daye. Fîncanci, diyar kir ku gava li girtîgehên Tîpa F'yê greva birçîbûnê dewam dikir, nexweşînên cidî rû dane û ji bo grevên birçîbûnê bên bidawîkirin li ser hevdê raporên ATK'ê yên "dê girtiyên nexweş di girtîgehan de nemînin" hatine amadekirin. Fîncanci, da zanîn ku derbarê kesên ku başbûna wan nepêkan e jî di nav çend salan de hin rapor hatine amadekirin û di van raporan de hatiye diyyarkirin ku baş bûne û ji van kesan hin jê cardin girtine.    Fîncanci, bibîr xist ku di dema çalakiyên greva birçîbûnê de di warê qanûnî de jî hin guherandin hatine kirin û got: "Derbarê esên hatine diyarkirin dê nikaribin di girtîgehê de bimînin, qanûnek çêkirin ku ev kes dikarin di 'girtîgehên rehabîlîtasyonê' de bimînin. Meseleyeke din jî, ew e ku ji bo girtiyên nexweş dibêjin ji bo civakê talûke ne. Heger dozger diyar bike, nexweşîna van kesan çi dibe bila bibe, dê înfaza wan neyê taloqkirin. Ev qanûnên hatine çêkirin hemû raporên ATK'ê betal dikin. Ji lew re bi raporên ATK'ê yên kesên tenduristiyya wan nebaş, bi biryarên dozgeriyê înfaza wan hatin sekinandin an jî wan şandin girtîgehên rehabîlîtasyonê."    ATK Û DARAZ   Seroka TTB'ê Fîncanci, anî ziman ku ji ber ku ATK saziyeke girêdayî Wezareta Dadê ye, darazê jî kiriye saziyeke pêgirtî û got: "ATK û daraz, rasterast têkildarî hev in. Di demên dawî de bi rejîma yekzilamî re, ev pêgirtîbûn bû tiştekî pir talûke. Ji lew re êdî wezaret tenê meqameke îdarî ne û meqama kontrolker jî yek û ev jî nîşan dide ku nayên kontrolkirin."    RÊGEZA EDALETÊ    Fîncanci, anî ziman ku divê raporên ATK'ê bi awayekî serbixwe û li ser asasên zanistê bên nirxandin, lê belê ji dêvla vê bi hewldanên ku dixwazin sonda bijîştiyê bê guherandin re rû bi rû dimînin. Fîncanci, diyar kir ku ev gav hwelsteke li dijî rêgezên "nekirina cihêkarî" û "edaletê" ne û got: "Dixwazim bînim bîra van kesan ku ev biryar girtine. Roj bê dê ev cihêkarî, li pêşiya me hemûyan bisekine. Lewma divê rêgeza edaletê ya ji cihêkariyê parzindandî esas bê girtin."     MA / Berna Kîşîn