Polîsan avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin 2021-08-25 11:14:11 ENQERE -  Polîsên ku avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin, nehiştin endam û rêveber bikevin avahiyê. Polîsan avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li navçeya Çankayayê dorpêç kirin. Polîsan nehişt ku endam û xebatkarên partiyê bikevin avahiyê. Hat hînbûn ku avahî ji ber kesên bi îdiaya zarokên wan bi darê zorê revandine çiyê li pêş avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê rûniştine, xwestine daxuyaniyê bidin hatiye dorpêçkirin.    Li ser dorpêçkirinê Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî hat pêşiya avahiyê.    ‘EM DESTÛR NADIN KU XEBATÊN PARTIYÊ WERIN ASTENGKIRIN’   Tiryakî, li pêş avahiyê ev axaftin kir: “Em hîn bûn ku dê li vê derê daxuyaniyê bidin, çelenk deynin û dibe ku birûnin jî. Dê xebatên partiyê asteng bikin. Em jî hatin pêş avahiya Navenda Giştî em destûrê nadin vê. Nikarin li pêş avahiya me demekî dirêj bimînin, wê yek du kes werin çelenk deynin û biçin. Em jî di nava avahiyê de disekinin. Heke ji derveyî vê yekê armanceke wan hebe em ê asteng bikin.”