Li Stenbol û Enqereyê wê mitîngên aştiyê werin lidarxistin 2021-08-25 13:49:56 STENBOL / ENQERE - Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê û Enqereyê têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan û banga beşdariya mitîngên aştiyê kirin.    Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê têkildarî bernameya xwe ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Şaxa Hejmara 3’yan a Egîtîm Senê ya li navçeya Şîşliyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Wê aştî, bi têkoşîna gelan were” hat daliqandin. Di civînê de ewilî endamê Komîteya Amedekar Cemalettîn Yuksel axivî û diyar kir ku têkidarî Roja Aştîyê ya Cîhanê di 5’ê Îlonê de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê mîtîngê li dar bixin. Yuksel, qala amadekariyên mîtîngê kir û destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku pewîstî bi aştiyê heye de derbas dibin.    ŞER DIDOME   Seroka Komîteya Amadekar Zeynep Çelîk a nivîsara çapemeniyê xwend, diyar kir ku dema Roja Aştiyê ya Cîhanê nêzîk dibe de şer û dagirkirin didomin û wiha got: “Pergala qesrê Tirkiyeyê ber bi qeyranên aborî û siyasî ve dibe. Berpirsyartiya van polîtîkayên şer û dagirkirinê, partiyên ‘mûxalefetê’ yên weke CHP’ê û ÎYÎ Partiyê ku di Meclîsê de ji tezkereyên şer re dibêjin erê jî parve dikin.”     Çelîk, bal kişand ser êrişên kesên ji bo jiyaneke wekhev, azad, mirovane û birûmet li ber xwe didin û wiha berdewam kir: “Di vir de hewl didin ku nijadperestiya desthilat sor dike li dijî gelê kurd, elewiyan gelên din û hemû kesên li ber xwe didin re bikin amûra êrişê. Tenê meseleya desthilatê domandina talan, rant û şer e.”   TÊKOŞÎNA HEVPAR    Çelîk, destnîşan kir ku ligel hemû êrişên desthilata ku bûye çete, di civakê de berxwedan didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku serî li ber jiyaneke wisa ne tewînin, li ber xwe bidin û hêzê bidin têkoşînê yekane rêya rast şînbûna aştî, azadî û biratiyê ya li ser vê axê ye. Bi têkoşîna hevpar a karker û gel li dijî talan, mêtîngerî û şer didin, em ê welatek û cîhaneke ku birûmet lê bijîn ava bikin.”    Mîtînga ku Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê organîze dike wê di 5’ê Îlonê di navbera saetên 15.00 û 20.00’an de li Qada Bazara Bakirkoy a Stenbolê pêk were.    ENQERE   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê têkildarî bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Eywana Yekîtiya Mulkiyeler a li Kizilayê daxuyanî dan. Li ser navê Hêzan, Nûnerê DÎSK’ê yê Enqereyê Tayfûn Gungor daxuyanî da. Gungor got ji ber polîtîkayên şer xelk mehkûmî feqîrî, bêkarî û hêjariyê hatiye kirin. Gungor da zanîn ku şer tenê bandorê ne li ser mirovan li ser xweza û tevahiya zindiyên li xwezayê dike û hilweşandinê bi xwe re tîne û dewletên emperyalîst û hevkarên xwe budçeya ji bo xelkê tê veqetandin ji bo şer û çekan xerc dikin. Gungor diyar kir ku divê 1’ê Îlonê bibe roja aştî, azadî û wekheviyê. Gungor banga beşdariya mitînga 1’ê Îlonê li Anitparkê saet di 17.30’an de li dar bixin kir û xwest her kes li dijî şer û ijadperestiyê beşdarî mitînga aştiyê bibe.