KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-08-25 16:02:40   RIHA - Endamên Platforma Şaxan a KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kirin û peyama piştevaniyê dan.    Endam û rêveberên Platforma Şaxan a KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar ku 170 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” digirin kirin. Emîne û Ferît Şenyaşar endamên Platformê bi dowizan pêşwazîkirin. Berdevkê Platformê Ûmût Çîmen axivî û destnîşan kir ku ew ji bo piştevaniya malbatê hatine û ew parastina kujeran red dikin û divê kujer hesab bidin.    Endamên Platformê beşdarî nobetê bûn û kêliyek li cem malbatê nobet girtin û pişt re vegeriyan Şirnexê.