Li Çiyayê Çelênimêja di rojê de 150 ton dar tên birîn 2021-08-26 08:15:30 ŞIRNEX - Li quntarên Çiyayê Çelênimêja birîna daran ji aliyê cerdevanan ve di bin çavdêriya leşkeran de berdewam dike.  Li Çiyayê Çelênimêja ya Şirnexê qirkirin, tunekirin û bênefes hiştina xwezayê bênavber berdewam dike. Çiyayê Çelênimêja ku ji aliyekî ve tê şewitandin û ji aliyê din ve jî darên wê yên bi sedsalan bi destên cerdevanên bajaroka Sêgirkê tên birîn. Bi tonan darên ku di bin çavderiya leşkeran ve tên birîn, ji hêla cerdevanan ve bi traktoran vedikêşin herêma Kenîsarkê. Darên ku li vê herêmê tên komkirin dûvre her serê seatê carekî bi kamyonan ji derveyî bajêr ve vedikêşin û difiroşin.    Çavkaniyên herêmê ragihandin ku ev 15 rojin  bi tevlîbûna 50 cerdevanan di rojê de 150 ton dar tên birîn. Çavkaniyên herêmê bang li raya giştî kir ku li hemberî qirkirina darên herêmê bêdeng nemînin.