Av bi destê gel nakeve, wî xeteke qaçax kişandiye gundê xwe 2021-08-26 09:04:32 MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji ber qutkirina avê, gel di warê peydakirina avê de zehmetiyê dikişîne. Lê derket holê ku Serokê Daîreya MARSÛ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin Halîl Cevîz, xeteke qaçax a avê kişandiye gundê xwe.  Ji ber qutkirina avê ya bi destê Îdaeya Av û Qenalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê (MARSÛ) a qeyûm tayinî wê hatiye kirin, welatî di warê peydakirina avaê de zehmetiyê dikişînin. Ji meha Nîsanê heya niha di xeta Ava Spî de herî kêm 6 caran arîze derketiye û ji ber vê li Qoser û Artûklûyê her carê 10 rojan av hatiye qutkirin.    MARSÛ jî ji bo pirsgirêkê hel bike, hin bîr kolandin. Ji xeynî 48 bîrên heyî, di Sibata 2020'î de jî bi îhaleyê 12 bîr bi 4 milyon û 475 TL'yan hatin çêkirin. Lê dîsa jî pirsgirêk nehat çareserkirin. Li gel vê pirsgirêkê derket holê ku xizmê Parlementerê AKP'ê yê Mêrdînê Şeyhmûs Dînçel Serokê Daîreya Av û Qenalîzasyonan Halîl Cevîz, xeteke qaçax kişandiye gundê xwe Babilcewazê. Cevîz, ev yek bi boriyên şaredariyê çêkiriye. Piştî şêniyên gundên derdorê pê hesiyane, haya şaredariyê pê xistine. Hat hîn bûn ku dê şaredarî derbar Cevîz de lêpirsînê bide destpêkirin.    MA / Ahmet Kanbal