Dixwazin bi darê zorê malbatê bibin ber HDP'ê û 'herêma operasyonê' 2021-08-26 09:04:38 SÊRT - Malbata Kaçar ku zarokeke wan tevli PKK'ê bûye û ferdên din ên malbatê gelek caran hatine girtin, anî ziman ku li wan hatiye ferzkirin ku li ber avahiya HDP'ê rûnên û eskeran ji wan xwestiye ku bi wan re biçin herêma operasyonê.  Hin malbat ji 3'yê Îlona 2019'an ve bi îdiaya "zarokên wan hatine revandin û wan birine çiyê" li ber avahiya HDP'a Amedê rûdinên. Ev malbat, bi destê Wezareta Karên Navxweyî li ber avahiya partiyê hatine rûniştandin. Her wiha hin komên taybet ên di bin banê midûriyeta polîsan û cendirmean de hatina avakirin jî, zorê didin malbatên ku zarokên wan tevli PKK'ê bûne.   Yek ji van malbatan jî li Sêrtê malbata Kaçar e. Ferdeke malbata Kaçar di sala 2009'an de tevli PKK'ê bûye. Ji ber vê bi salan e bi zext û zoriyan re rû bi rû ne. Bav Agîr Kaçar (59), di sala 2005'an de hatiye girtin û 3 salan di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de maye. Kaçar, di sala 2008'an de cardin hatiye girtin û vê carê tevî kurê xwe Teyfîk 4 mehan di girtîgehê de maye. Kurê wî Teyfîk Kaçar jî heya niha 10 caran hatiye girtin û bi giştî 5 salan di girtîgehê de maye. Hîn jî hin dozên Teyfîk Kaçar de didomin. Kur Refîk Kaçar jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtiye û 6 sal in di Girtîgeha Xarpêt a Jimare 2'yan de ye.    Bav Kaçar, anî ziman ku bi salan e bi van zext û zoriyan re rû bi rû ne û ji bo biçin ber avahiya HDP'ê gef li wan hatine xwarin.    REWŞEKE TRAJÎKOMÎK   Bav Kaçar anî ziman ku heya niha zêdetirî 50 carî esker û polîsan avaêtine ser mala wan û di her avêtina ser malê de deriyên wan hatine şikandin û hatine îşkencekirin. Kaçar, bilêv kir ku bi ser de jî ji bo keça wî ya tevli PKK'ê bibe vegere, hewl dane wan qaneh bikin. Bav Kaçar ji bo vê rewşê got, "rewşeke trajîkomîk" e û wiha domand: Hê jî deriyên mala me şikandî ne. Lê ji me re dibêjin 'keça xwe bînin, biçin ber avahiya bajêr.'"    Kaçar, diyar kir ku diyar kir ku ewilî di sala 2019'an de Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê telefonî wan kiriye û got: "Paşê 3 mehan carekê telefonî me kirin. Gotin, 'werin çayek me vexwin.' Me jî got, karê me heye, em nikarin werin. Gava cara çaran telefon kirin, me got, em ê tevî parêzer werin. Gava me wisa got, xwestin em bê parêzr biçin. Em jî neçûn."    Kaçar, bilêv kir ku fermandariya cendirmeyan herî dawî 2 meh berê telfonî wan kiriye û got: "Hevjîna min telefon vekir. Gava hevjîna min dibêje bi tirkî nizane, xizmek me wergerê dike. vê carê xwestine hevjîna min biçe. Hevjîna min jî gotiye, ez naçim. Piştî vê sê kes hatin malê û wêneyê keça min rê hevjîna min dane û jê xwestine ji bo hatina wê alîkariya wan bike. Gotine, li Gabarê yye. Hevjîna min jî ji wan re gotiye, nizane keça wê li ku ye û dê alîkariya wan neke. Paşê çûne."    Kaçar, anî ziman ku heman kom 20 roj berê cardin telefon kiriye û got: "dîsa ji bo çayvxwarinê gazî kirin. Min got ez nikarim bêm, vê carê hatin mala me. 3 kesên sivîl bûn. Yek jê jin bû. Gava hatin gotin 'Çima tu alîkariya me nakî? Keça te ji zû de ye li wir e. Em wêneyê te û hevjîna te bigirin û mezin bikin. Em bavêjin Çiyayê Gabarê belkî keça te bibîne û bê.' Min û hevjîna xwe ev ferzkirin qebûl nekirin. Paşê çûn."    'XWESTIN WNA BIBIN HERÊMA OPERASYONÊ'    Kaçar, bilêv kir ku piştî 3 rojan vê carê Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê telefonî wan kiriye û ji wna xwestiye biçin ber avahiya HDP'ê û got: "MIn got, ên diçin wir, pereyan didin wan, ji ber vê diçin. Derket holê ku zarokê kesekî li ber avahiya partiyê, li Stenbolê li ser înşeatê dixebite. Cenazeyê zarokê malbeteke liw ir dan destê wan. Çima hûn me dişînin wir. Gava min qebûl nekir, vê carê xwestin me bibin herêma operasyonê da pêwendiyê bi keça xwe re deynim. Ev cînayyet e."    Kaçar, destnîşan kir ku tiştên tên kirin bêhiqûqîtî ye û xwest ev yek bi dawî bibe û dê gilî bikin.