Ji bo Malbata Şenyaşar ku dê biçe Enqereyê banga piştevaniyê hat kirin 2021-08-26 12:05:17   RIHA - Ji parêzerên Malbata Şenyaşar Serhat Kurt got wê malbat di rojên pêş de çalakiya xwe veguhezîne Enqereyê û bang li her kesê kir ku piştevaniya malbatê bike.    Malbata Şenyaşar (Emîne û Ferît Şenyaşar) ku sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kirin, di roja 171’emîn de “Nobeta Edaletê” li ber avahiya Edliyeya Rihayê berdewam kirin. Malbatê îro jî bi vekirina dowîzan daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.    BANGA PIŞTEVANIYA JI BO MALBATÊ   Parêzerê malbatê Serhat Kurt li gel malbatê nobetê girt û axivî. Kurt anî ziman ku 171 roj in Serdozgerê Komarê yê Rihayê naxwaze bi malbatê re hevdîtnê bike. Kurt diyar kir ku Emîne û Ferît Şenyaşar di 24’ê tebaxê de ji bo bi dozger re hevdîtinê bikin 10 saet li avahiyê sekinîne û lê daxwaza malbatê ya hevdîtinê bi hêcetên ji rêzê hat redkirin. Kurt got sê sal in daxwaza malbatê ya bila kujer werin darizandin nayê pejirandin. Kurt destnîşan kir ku di rojên pêşiya me de wê malbat çalakiya xwe edaletê veguhezîne Enqereyê û xwest wexta çalakî çû Enqereyê her kes xwedî li malbatê derkeve û piştevaniyê bide.    ‘WÊ EV ZILM BIŞIKÊ’    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî hesabên Wezareta Dadê, Desteya Giştî ya Meclîsê û CHP’ê etîket kir û wiha got: “Niyeta we ya nebaş û berjewendiyê we yên siyasî malbatekê tune kirin. We mala dayikê veguhezandiye ser pêyarêya li ber edliyê. Dozger jî ewilî we wîjdana xwe avêt û paşê jî we cubeyan li xwe kir. Helbet wê çerxa vê zilmê bişikê.”