Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da 2021-08-26 16:59:15 RIHA - Zarokê 11 salî Yûsûf Altin ê di êrişa çekdarî ya ku bavê wî Kadir Altin tê de jiyana xwe ji dest dabû de, bi giranî birîndar bûbû jî, jiyana xwe ji dest da.   Di 15’ê tebaxê de li gundê Elîgor ê girêdayî navçeya Pirsûs a Rihayê êrişa çekdarî li dijî wesayîta Kadîr Altin (47) diajo, pêk hatibû. Di êrişê de Altin û zarokê wî yê 11 salî Yûsûf Altin ê di wesayîtê de giran birîndar bûbûn. Tîmên tenduristiyê yên ku hatibûn cihê bûyerê bav Altin rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û Altin di heman rojê de jiyana xwe ji dest dabû. Yûsûf Altin ê giran birîndar bûbû jî, ji bo dermankirinê rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan. Altin ê 11 roj in di beşa nexweşxaneyê ya lênêrîna awarte de dihat dermankirin, îro jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Altin ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.    Kes an jî kesên ku êriş pêk anîn hêj nehatine girtin.