‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye' 2021-08-27 09:04:22 STENBOL - Endama Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Nergîz Guzel, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê şermezar kirin û anî ziman ku armanca van êrişan "tunekirina bîra kurdî" ye.  Kurdên êzidî ku di sala 2014'an de bi êrişên DAIŞ'ê re rû bi rû man û qirkirina 74'an hat serê wan, niha jî bi êrişên hewayî yên Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Di hefteyên dawiyê de Tirkiyeyê li ser hev du ji hewayê ve êriş birin ser Şengalê. Di êrîşa 16'ê Tebaxê de ya li ser Çarşiya Kevn 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Tirkiye piştî vê êrişê bi rojekê jî êrîş bir ser gundê Sikêniyê û navenda tenduristiyê bombebaran kir. Di vê êrîşê de 4 jê xebatkarên tenduristiyê 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.    Endama Komîsyona Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Nergîz Guzel, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê nirxandin.    Guzel, anî ziman ku armanca van êrîşan yek jê jî tê xwestin ku Şengala qedîm bibe wekî Kerbelayê û got: "Sedeek van êrişan jî vê axa pîroz û bawerî ji holê bê rakirin. Êzidî heya niha 74 caran bi fermanê re rû bi rû man. Sedema van fermanan jî ji ber ku êzidî îslamiyet qebûl nekirin."    ‘RÊVEBIRIYA HERÊMÊ Û TIRKIRIYE'    Guzel, Guzel, diyar kir ku êzidiyên ku j ber baweriya xwe 74 caran ferman hatiye serê wan, hêzên xwe ên xweparastinê ava kirine û li dijî DAIŞ'ê dest bi berxwedanê kirine. Guzel, bilêv kir ku ev rewş Rêvebiriya Herêmî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê nerihet kiriye û got: "Ji ber vê nerihet in, ji lewre em behsa gelekî dikin li Rojhilata Navîn dibin kirde. Tirkiyye bi van êrîşan dixwaze bîra kurdî ya her diçe xurt dibe tune bike."    Guzel, bal kişand ser dema êrîşa Tirkiyeyê ku piştî hevdîtina DYA'yê çêbûbû. Guzel, bilêv kir ku haya Hikûmeta Herêma Federe û Iraqê ji êrîşan hebûye û got: "Malbata Barzanî dixwaze tenê malbata wî bibe kirde. JI xenî vê çi bê serê kurdan, ne xema wan e. Dibêjin 'îslam dînî aştiyê ye', lê niha wekî dînekî xwînê dirijîne û dibe sedema şeran tê nîşandan. A rast, feraseta DAIŞ'ê didome. Gava DAIŞ'ê xwîn dirijand, dewelat an jî rêvebirên wan siyaset kirin û ev yek domandin. Çima ê din qebûl nakin? Yezîd jî xirab bû. Bi zorê, bi darê zorê û xwînê li ser pêya ma. Hemû ji bo îqtidarê bû. Ev feraseta îqtidarê hê jî didome."   DIVÊ HER KES BI BERPIRSIYARÎ TEVBIGERE    Guzel, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî û dewlet bêedeng nemînin û got: "Êşa Şengalê pir êşbar e, lewma divê her kes bi berpirsiyar tevbigere."