'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin' 2021-08-27 09:04:23 ENQERE - Sekreterê Giştî yê Egîtîm-Senê Sînan Mûşlû, anî ziman ku ji bo ji heyameke baş ya perwerdehiyê divê li her dibistanê xebatkarên tenduristiyê bên peywirdarkirin û kêmasiya di warê mamosteyan de bê temamkirin.  Ji ber şewba Covîd-19'ê sal û nîvekê perwerdehiya rû bi rû hatibû rawestandin. Îsal dê dibistan di 6'ê Îlonê de bên vekirin. Lê xwendekar, mamoste û malbatê bifikar in ji ber ku her diçe hejmara pêketiyên Covîd-19'ê zêde dibin. Têkildarî amadekariyên divê li dibistanan bên kirin û tevdîrên bên girtin de em bi Sekreterê Giştî yê Egîtîm-Senê Sînan Mûşlû re axivîn.    AŞÎ   Mûşlû, anî ziman ku tevdîra herî mezin a li dijî vîrusê aşî ye û heyama berî vê ji bo aşî bê kirin xebitîne û daxwaz kirine ku piştî tenduristkaran perwerdekar daxilî nav vê pêvajoyê bên kirin, lê belê di plansaziya aşîkirinê ya Wezareta Tenduristiyê de perwerdekar li rêza heftan hatine bicîkirin. Mûşlû got: "Ev rewş jî nîşan dide ku bê îqtidar çi qasî qîmetê dide perwerdehiyê. Di vê pêvajoyê de guh nedan qada perwerdehiyê. PIştî xebatên Egîtîm-Senê perwerdekar xistin rêza pêş ji bo aşiyê.    Mûşlû, da zanîn ku li gor daneyên fermî kedkarên perwerdehiyê ji 80'ê doza ewil û ji sedî 69 jî doza dudoyan bûne û ji bo aşiyên nehatine temamkirin jî bang kir ku ev berpirsiyariyeke civakî ye.    KOMA GEROK A TENDURISTIYÊ   Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê daxuandibû ku dê hefteyê du caran testa mamosteyan bê kirin. Mûşlû ji bo vê got: "Ji dêvla perwerdekar nexweşxane bi nexweşxane bigerin, divê li her dibistanê xebatkarên tenduristiyê bên peywirdarkirin. Heger haziriyek tune be, bila komeke tenduristkaran a gerok çêbikin û ev kom dibistan bi dibistan bigere."    140 HEZAR MAMOSTE    Mûşlû, bal kişand ser kêmasiya di warê mamosteyan de jî û got: "Pêdivî bi 140 hezar mamosteyî heye, lê li dibistanan 85 hezar mamosteyên biheq tên şixulandin. Wezaret di perwerdehiyya rû bi rû de dibe cihê fikaran. Wezaret, ji bo tayinkirina mamosteyan divê gavina bavêje û budçeyeke pêvekî bê çêkirin."    Mûşlû, bilêv kir ku li Tirkiyeyê pergala perwerdehiyê tê paşguhkirin û got: "Em bi îqtidareke ku ne tenduristiya gel, navendên danûstendinê di etra wê de ye re rû i rû ne. Lewma perwerdeheiyê daxilî dora dawiyê kirin. Em kedkarên perwerdehiyê, xwendekar û malbat divê vê yekê bibînin û bi hev re bitêkoşin ji bo perwerdehiyê."