Pasûr û gundên wê bêav in 2021-08-27 09:04:27 AMED - Li Pasûrê û 33 gundên wê, di warê avê de pirsgirêk hene. Li navçeyê rojê 2 saet û nîvan av tê berdan. Welatî li benda helkirina pirsgirêkê ne.  Li navçeya Pasûr a Amedê û gundên wê pirsgirêka avê heye. Bi taybetî li 33 gundên herêma Hewidanê û li navenda navçeyê pirsgirêkeke pir cidî heye. Li gundên ku debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikin di 15 rojan de tenê 2 saetan av tê berdan û li navenda navçeyyê jî rojê 2 saet û nîvan tê berdan.    ‘15 ROJAN CAREKÊ BERDIDIN'    Li gundê Şêxbûba Mehmet Şah Çaçan, anî ziman ku DÎSKÎ ji bo vê pirsgirêkê tiştekî nake û got: "15 rojan carekê av tê. Gav tê jî ne 24 saetan, tenê çend saetan e. 70 mal hene, 2-3 depo hene. Tenê 40-50 ton av berdidin, ev jî têra me nake. Ji ber vê hewanên me û mirovên me avê vexwarinê peyyda nakin. Zivistanê jî heman pirsgirêk heye, lê ji ber ku baran dibare ne wekî havînê ye."    Çaçan, diyar kir ku li baxçe bîra wî heye û bîrê tije av dike. Çaçan, anî ziman ku bêhn ji ava bîrê tê, lê ji bêgavî vedixwin. Çaçan, da zanîn ku depoya li gund tê gundiyan nake û got: "Em pri mexdûr in û dixwazin ev pirsgirêk rojek berî rojekê bê çareserkirin. Ên heywanên wan û baxçeyên wan hene, ava sondajê bi kar tînin. Mirov nikare bi ava şebekeyê tenê baxçeyan av bide. Em paqijiyê bi vê avê dikin û xwarinê jî bi vê avê çêdikin."    BERSIVA DÎSKIYÊ   Çaçan, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêk telefonî midûrê DÎSKÎ'yê kiriye, lê belê midr jê re gotiye "Min nerihet neke. Ez heya êvarî xebitîme."    DIXE QUŞXANEYAN   Li gundê Havingê jî Seray Yildiz, diyar kir ku ava 15 rojan carekê tê dixe metere û quşxaneyan û got: "Em hindikî bi kar tînin. Paqijî, serşûştin, kinc, firaq û xwarin hemû bi avê tên kirin."    ‘HEMÛ DERÎ GIRTINE'    Şêniyê Havingê Siddik Yildiz jî, destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a herêma wan av e û got: "Ji bo vê tu derî neman me lê nexist, lê deletê hemû girtin. Em biçin jî kes guh li me nake. Kes li halê me napirse. Beriya qeyûm ji bo van pirsgirêkan me bi rihetîs erlêdan dikir, me derdê xwe dianî zimên. Wan jî dipirsî. Wê çaxê jî pirsgirêk hebû û me bi rihetî digot ava me tune ye. Lê hikûmeta niha li halê me napirse. Derî jî li me venakin. Ji ber ku dizanin em ne alîgirên wan in guh li me nakin. Erdçn me hene, lê em nikarin tiştekî bikin. Ciwanên me li vir nasekinin. Av tune be, jiyan jî û aramî jî tune ye."    DISTÎNIN   Li gundê Zileka Xirabê Şahîn Çelîk jî got: "Ji bo 20 malan depoyek heye. Her mal herî kêm divê 4-5 ton avê hilgire. Ev jî xweşikî nayê. Heger bihatana qet nebe me yê 15 rojan îdare bikira. 2 saetan berdidin û tew hin mal hene naçe cem wan. Lewma em bi tankêran avê dikirin. Kes guh li daxwaziyên me nake."     LI NAVENDA NAVÇEYÊ JÎ PIRSGIRÊK HEYE    Li navçeya navendê jî pisgirêk heye. Rojê tenê du saet û nîvan tê berdan. Welatî avê ji Mizgefta Merkezê dikişînin.    ÎDIAYA DÎSKIYÊ   Midûrê DÎSKÎ yê Pasûrê Melîh Îpek jî diyar kir ku ji ber hişkesaliyê pirsgirêka avê heye. Îpek, derpêç kir ku ji ber ku navçe biqelaç e av naçe hin navçeyan û wan ev pirsgirêk hel kiriye. Îpek, îdia kir ku welatî bi agahiyên şaş û derea dixwazin manîpule bikin û got: "Telefona min bi şivanê gund re jî heye. Gava pirsgirêkek hebûna, dê bihatana cem min. Li vir du kom hene, tim manîpule dikin û dibêjin 'ava me nayê.' Qethiyen pirsgirêka avê tune ye."    MA / Ceylan Şahînlî