Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin 2021-08-27 10:23:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên bombeyî yên DAIŞ’ê ku li dijî Balafirgeha Kabûlê pêk anî de 13 jê leşkerên Amerîkî bi giştî herî kêm 90 kesan jiyana xwe ji dest da.  Duh li dijî Balafirgeha Kabûlê ku însan jê tên tahliyekirin êrişên bombeyî pêk hatin. DAIŞ’ê berpirsiyariya teqînan girt xwe. Hejmara kesên di teqînan de jiyana xwe ji dest dane zêde dibin. Rayedarek têkidlarî mijarê got di herdu êrişên bombeyî yên roja pêncşemê pêk hatine de hejmara miriyan derketiya 90 kesan û herî kêm jî 150 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku 13 leşkerên Amerîkî jî jiyana xwe ji dest dane.    Li gorî nûçeya Reutersê ku spartiye rayedarek Talîban jî herî kêm 28’ê endamên Talîban mirin e.   BIDEN: EM Ê EFÛ NEKIN    Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî êrişan civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku rojek dijwar li Kabûlê pêk hatiye û got: “Ev êrişek terorî ye. Demek bû xetereyên me hebûn. Bila yên vê êrişê pêk anîne û kesên dixwazin zirarê bidin Amerîkayê baş bizanibin: Em ê efû nekin û ji bîr nekin. Em we hemûyan bibînin û hesabê wê ji we bipirsin.”