‘Piştî teqînê gule berdan me’ 2021-08-27 12:09:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Marîam a di dema teqîna Kabûlê de li benda tehliyebûnê bû, diyar kir ku endamên Talîbanê piştî teqînê gule berdan wan.    Duh li dijî Balafirgeha Navnetewî ya Hamîd Karzaî ya Kabûlê ku mirov jê tên tehliyekirin du teqînên cuda pêk hatin. DAIŞ’ê berpirsyariya teqînan girt ser xwe. Di teqînê de endamên Talîbanê û eskerên Amerîkayê jî di nav de herî kêm 90 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevan Marîam a di dema teqînê de li balafirgehê li benda tehliyebûnê disekinî, bi qeyda deng tiştên qewimîn ji ajansa me re vegotin.    Marîam, a tiştên qewimîn bi dengekî lerzok û fikar vegotin wiha got: “Bi rastî ez ewqas nebaş im ku tiştên qewimîn vebêjim. Tişta duh ez bûm şahidê wê esas ji bo me rewşa tirsêye ku her roj dubare dibe. Bazareke can e. Me her roj dikujin. Mirovên cuda yên bi heman bîrdoziyê, her roj tên û me qetil dikin. Em çi bikin jî, tên kuştin.”   TALÎBAN GULE BERDAN    Marîam, diyar kir ku li balafirgehê qerîna mirovan heye û wiha axivî: “Xwarziyê min ê 4 salî destê min digirt û digirî. Li cem me bavekî ku gule bi pitika wî ketî hebû. Piştî bombeyan Talîban gule berdan me. Piştî wê nayê bîra min. Niha hêza min a ku ez zêde biaxivim nîne.”   MA / Gozde Çagri Ozkose