Kemanjen Serdar Şîmşek jiyana xwe ji dest da 2021-08-27 12:10:31 AMED - Kemanjen Serdar Şîmşek ku di encama derbaskirina krîza dil de jiyana xwe ji dest da.  Muzîkjen ango mamosteyê kemanê (kemanjen) Serdar Şîmşek duh êvarê krîza dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê. Şîmşek ê li nexweşxaneyek taybet li navçeya Rezana Amedê dihat dermankirin, tevî hemû mudaxileyên tibî jî vê sibehê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Şîmşek rakirin cihê şûştina cenaze ya Goristana Yenîkoya Amedê. Hat zanîn ku wê cenazeyê Şîmşek ji vir bibin li navçeya Farqînê veşêrin.    ŞAGIRTÊ KONSERVATUARA ARAM TÎGRAN BÛ    Serdar Şîmşek ji Farqînê ye û nêzî 10 sal in bi muzîkê re eleqedar dibe. Şîmşek ji Konservatuara Aram Tîgran a ku ji aliyê qeyûm ve hat girtin dersa kemanê girt û ji vir mezûn bûye. Şîmşek li gel mamostetiya kemanê li gelek konser û şahiyan jî derketiye ser dikê û ji hunermendan re kemanjeniyê kiriye.