Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz sewqî Qeyseriyê kirin 2021-08-27 15:09:44   MÛŞ - Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nêrgiz a girtî, sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Bunyan a Qeyseriyê hat kirin.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Belma Nêrgiz a li Mûşê hatibû binçavkirin û di 13’yê Tebaxê de hatibû girtin, sewqî Qeyseriyê hat kirin. Nêrgiz piştî hat girtin wê şandibûn Girtîgeha Mûşê. Vê carê jî, Nêrgiz sîrgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Bunyan a Qeyseriyê hat kirin.