Dadgehê hêceta cezayê 9 sal û 9 mehan ‘rojnameya xwedêgiravî’ nîşan da 2021-08-27 15:17:52 EDENE - Dadgeha ku 9 sal û 9 meh ceza li rojnamevan Îbrahîm Karakaş birî di biryara hêcetê de ji rojnameya Ozgur Gundemê re got “rojnameya xwedêgiravî.”    Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê di 6’ê mijdara 2020’an de li Edeneyê hat girtin. Dadgehê bi hêceta xebatên rojnamevaniyê û hin îfadeyên şahid bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û 9 meh cezayê hefsê li Karakaş birîbû. Biryara hêcetê ya dadgehê ya derbarê Karakaş ku li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F de tê ragirtin eşkere kir. Di biryara hêcetê de xebatên rojnamevaniyê û beyanên bersûcê îtîrafkar wek sûc nirxand û dadgehê di biryara xwe de ji rojnameya Ozgur Gundemê re jî got “rojnameya xwedêgiravî.”      'ROJNAMEVANIYÊ DIKIN SÛC’    Parêzerê Karakaş, Turgay Bek biryara hêcetê nirxand û da zanîn ku xebatên rojnamevaniya miwekîlê wî Karakaş hemû wek delîliya “endamtiya rêxistinê” hatiye nîşandan. Bek biryarê wek “xeternak” şîrove kir û dadgeh rojnameyek bi salan weşanê dike wek rojname nabîne û xebatên wî rojnamevaniyê wek sûc dihesibîne.    Bek diyar kir ku wî biryarê veguhezandiye Dadgeha Îstînafê û îtîraz kiriye.