'Şert û merc giran bûn, divê daxwaz bên qebûlkirin' 2021-08-28 09:01:42 STENBOL - Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettîn, anî ziman ku şert û mercên li girtîgehan her diçe girantir dibin û ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan bang kir.  Zext û zoriyên li ser girtiyên siyasî yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 275 roj in di greva birçîbûnê de ne, her diçe zêdetir û girantir dibin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Mehmet Acettîn, anî ziman ku sedema van pêkanîn û binpêkirinên mafan sedemên bîrdozî ne.    BERDANA GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN    Acettîn, destnîşan kir ku piştî guherandina qanûna înfazê binpêkirinên mafan ên nû rû dane û yek ji vana jî pêkanînên Desteya Çavdêriyê ya Îdareyyê ne. Acettîn, bilêv kir ku "poşmantî" li girtiyan tê ferzkirin û girtiyên vê ferzkirinê qebûl nakin berdana wan tê astengkirin. Acettîn got: "Ev deste, pêwendiya bûyereke girtiyan bi rêxistinê re datîne û berdana wan asteng dike. A rast girtiyên ku tu tiştî nakin jî, ji bo wan miheqeq tiştek tê afirandin. Bûyerên eletewş datînin ber girtiyan û bi vî awayî înfaza wan dişewitînin. Her wiha girtiyên ku ji berdana wan re hindik dimîne jî cezayê dîsîplînê li wan tê birîn û bi vî awayî berdana wan tê astengkirin."    PÊKANÎN   Acettîn, anî ziman ku li girtîgehan şert û mercên jiyanê her diçe girantir dibin û ev yek herî zêde bandorê li girtiyên nexweş dike. Acettîn, diyar kir ku rêvebiriyên girtîgehan pêkanînên rûmetşikên li girtiyên siyasî ferz dikin û got: "Di demên dawî de yek ji pirsgirêkên ku girtî bi wan re rû bi rû dimînin jî, lêgerîna tazî û sehîkirina hundirê devê wan e. Ev pêkanînê, pêkanînine rûmetşikên in. Ev pêkanîn bi qanûna nû re rû dan."    Acettîn, destnîşan kir ku pêkanînên li ser girtiyan bîrdozî ne û got: "Ev pêkanîn, di heman demê de dixwaze hêza xwe û îqtidara xw ebide qebûlkirin. Lê li hemberî vê pergaleke rêxistinbûyî heye û li ber xwe dide. A tê kirin polîtîkaya eciqandina muxalifên dîlgirtî ye û hiqûqa dijminatiyê ye. Dewlet bi çavê dijminan li hemû girtiyên siyasî mêze dike. Îqtidar bi pêkanînên 'yekziman, yekalayê' hewl dide otorîteya xwe xurtr bike."    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ   Acettîn, bal kişand ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de jî û got: "Dewlet guh nade vî dengî. Tenê malbatên girtiyan hewl didin dengên wan ragihînin. Lê dayik jî tên binçavkirin û cezakirin. Dilê girtiya û devjêberdana ji vê çalakiyê tune ye. Devjêberdan teslîmbûn e ji bo wan. Lewma divê dengê wan bê ragihandin. Dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bi dawî bibe. Em dixwazin daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin û berî mirin rû bidin, çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin."