Bangawazî ji bo Mîtînga Aştiyê: Em li dijî tarîtiyê azadiyê biqîrin 2021-08-28 09:12:02 WAN - Aktivîsta TJA'yê Aynûr Sarica ku ji bo Mîtînga Aştiyê bang kir, anî ziman ku li dijî tarîtiya şer û aloziyê ya feraseta serdestiya mêr, ji bo aştî û azadiyê têdikoşin.  Wan, dest bi amadekariyên Mîtînga Aştiyê kir. Dê Mîtîng di 1'ê Îlonê de ji aliyyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi dirûşmeya "Aştî jiyan e" li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan wekî axivêr tevli mîtîngê bibin û dê Koma Abdal, Mûrat Demîr, Koma Hunerê ya Aryenê û Nûrcan Degîrmencî jî bistrên. Her wiha walîtiyê serlêdana ji bo mîtîngê ya komîteya amadekar qebûl kir.    Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica, derbarê amadekariyên mîtîngê û girîngiya vê rojê de axivî.    TÊKOŞÎNA AZADIYÊ   Sarica, anî ziman ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de yyek ji mijarên girîng ku divê mirova balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Tecrîda li Îmraliyê, niha li tevahiya girtîgehan belav bûye. Tenê ne girtî, tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Li Wanê 5 sal in lidarxistna çalakiyan qedexe ye, ev jî nîşana vê tecrîdê yye. Tu nikarî ji bo tu tiştî jî îtiraz bikî, dixwazin her kes li ber wan serî bitewîne. Ev tecrîd e."    Sarica, destnîşan kir ku herî zêde jî jin tên tecrîdkirin û mêr hêzê ji pergala serdest digirin û jinan tecrîd dikin. Sarica, anî ziman ku jin li dijî vê polîtîkayê têdikoşin û got: "Em ê bi têkoşînê hebûna xwe û vîna xwe bidin qebûlkirin. Di serî de dayikên me û bi giştî hemû jin ji bo azadiya xwe têdikoşin."    Sarica, binpêkirinên mafan û zext û zoriyên tên kirin bibîr xist û got: "Em ê li dijî vana li qadan bin û di 1'ê Îlonê de li hev kom bibin û berteka xwe nîşan bidin."    DENGÊ AŞTIYÊ    Sarica, da zanîn ku derî bi derî digerin gel vedixwînin mîtîngê û got: "Em mal bi mal, tax bi tax û navçe bi navçe digerin. Gava em dibêjin 'aştî li dijî şer' ewilî dayikên me û jin tên bîra me. Sedema vê jî, berxwdana jinan a li dijî feraseta serdest a mêr e. Lewma ewilî em bang li jinan dikin. Em bang li dayikên xwe û hemû jinan dikin ku li dijî şer dengê aştiyê bilindtir bikin."