Esnafên Kemalpaşayê dikanên xwe digirin 2021-08-28 09:12:43 ARTVÎN - Esnafên Kemalpaşayê ku ji ber krîza aborî û girtina deriyê sînor zehmetiyê dikişînin, ji ber ku alîkariya wan nayê kirin yek bi yek dikanên xwe digirin.  Deriyê Sînor ê Sarpê ku di navbera navçeya Kemalpaşa ya Artivînê û Gurcîstanê de ye, demeke dirêj hatibû girtin. Piştî deriyê sînor hat vekirin, vê carê hin pîvan hatine danîn. Ji bo derbasyînê şertê du doz aşî hatibe kirin û testa PCR'ê ku herî kêm du roj berê hatibe kirin hatiye dayîn. Ji ber vê çûn û hatin pir kêm e. Ji ber vê jî karê esnafên Kemalpaşayê pir kêm bûye. Esnafan diyar kir ku beriya pandemiyê kuçe ji mirovan xalî nedibûn, lê 2 sal in hema bibêje êdî çavên wan bi esnafan nakeve. Ji ber ku di dema pandemiyê de îqtidarê alîkariya esnafan nekiriye, esnaf yek bi yyyek dikanên xwe digirin.    Esnafên Kemalpaşayê ku zehmetiyê dikişînin pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin ji ajansa me re gotin.    PÊVAJOYA RÛXANDINÊ   Fatma Bîçer ku 20 sal in marketa wê heye, anî ziman ku ji ber krîzê û pandemiyê bi pêvajoyeke rûxandinê re rû bi rû mane. Bîçer, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû ne û got: "Ev kuçeyên ku berê tije bûn, niha vikîvala ne. Piraniya esnafan dikanên xwe girtin û çûn gund. Ji ber deriyê sînor, piraniya mişteriyên vir gurcî bûn. Wê çaxê karê me baş bû. Lê piştî pandemiyê deriyê sînor hat girtin û êdî mişterî nayên. Tenê çend gurcî testa xwe dikin û aşî bûne tên."    Bîçer, anî ziman ku rewşa aborî ya esnafan qet nebaş e û hewl didin bi deynan li ser pêyan disekinin. Bîçer, diyar kir ku 6 meh in nikare heqê kirêya dikana xwe bide û got: "Gava deyn zêde dibin mirov nikare bide. Gava ez ji tomerîfiroş bi 300 lîreyî mal bikirim, divê ez 100 lîreyî pêşin bidim. Malên em dikirin jî tim biha dibin. Lê ji ber ku nikarim bikirim dikan vala ye. Eger biyanî bûma min ê jî dikana xwe bigirtana û biçûna."    ESNAFÊN NEMANE    Bîçer, diyar kir ku dixwaze dikana xwe bifiroşe, lê kes xwe nade ber û got: "Esnafên biçûk ji binî de nemane. Heger alîkariya esnafan bihata kirin, dê rewşa me ne wisa bûna."    ESNAF DI NAV DEYNAN DE MANE   Esnaf Yûsûf Gunay ku dikana wî ya kincan heye, anî ziman ku ji ber ku piraniya mişteriyên wan ji Gurcîstanê ne, 2 sal in kar naakin. Gunay got: "7 sal berê gava ez hatim vira, 100 lîreyê min hebû. Ez bi awayekî xebitîm û bi xwe ve hatim. Lê ev du sal in ez pir xisirîme. Em li bendê bûn rewş baş bibe, ez çûm min kredî kişand. Lê nikarim ji bin vî barî rabim. Deyn zêdetir bûn. Em jî nizanin em ê çawa xwe jê xelas bikin. Em ji bankeyan krediyê dikişînin. Wekî din tu dahatek me tune ye."    KREDIYA BI FAÎZEK ZÊDE   Gunay, destnîşan kir ku ji bo pêdiviyên xwe yên rojane hefteyê du rojan amûrên xwe li bazarê difiroşe û got: "Niha pereyê ku min bi salan daye ser hev xerc dikim. Em ne ketine etra qezencê, em ketine etra ku em li ser pêya bisekinin. Em dixwazin bêyî muhtacî kesî bibin bijîn. Em naxwazin ne li televîzyonê ne jî li telefonê mêze bikin. 25 hezar TL kredî dan, vê jî bi faîzek zêde distînin."    BANDOR LI HOPAYÊ JÎ KIR    Songul Korkmaz ku 20 sal in karê perdeyan dike, anî ziman ku piştî deriyê sînor hat girtin, dikana xwe ya li Kemalpaşayê girtiye. Korkmaz, destnîşan kir ku ji sedî 90'ê mişteriyên wê gurcî bûne û di vê pêvajoyê de kesî alîkariya wan nekiriye. Korkmaz, anî ziman ku niha li dikana xwe ya li Hopayê dixebite û got: "Hopa jî bandorek mezin ji pandemiyê girt. Ên ji bo bazirganiyê dihatin vira, mal dikirîn. Fêdeya wê pir bû, lê ew jî nema."    ‘EM NIKARIN DEYNÊ XWE BIDIN'    Korkmaz, bilêv kir ku di vê pêvajoyê de nikaribûne deynê xwe bidin û got: "Dewletê deynên me taloq kir, lê ne ji bo demeke dirêj. Txsîtên me zêde kir. Em bêjin me berê 2 hezar dida, niha em 4 hezarî didin. Pandemî didome. Berê me heya 3-4 mehan mişterî îdare dikirin, lê niha na. Ên pereyên wan hebin dikarin perdeyan ji xwe re bidin çêkirin. Ji lew re em nikarin ji bin wî barî rabin. Beriya pandemiyê tomerîfiraşn jî em îdare dikirin, lê niha pêşin dixwazin."    Korkmaz, anî ziman ku divê deriyê sînor bê vekirin û got: "Divê mesrefê mirovên tên vir kêm be ku karibin danûstendinê bikin. Gava mesref zêde be, dê nikaribin li wir bifiroşin. Divê ev mesref kêm bin, da em jî rihet bibin."    MA / Tolga Guney