Gundê Asûriyan ji nûve zindî dibe 2021-08-28 09:13:30   ŞIRNEX - 7 malbatên Asûrî-Suryanî yên li gundê xwe yê li quntara Çiyayê Cûdî ku di salên 90'î de bi zorê hat valakirin vegeriyan, jiyana li vir ji nû ve zindî kirin.   Di salên 1990’î de li herêma Botanê bi sedan gund ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin û valakirin. Di encama şewitandin û valakina gundan de, gelek malbatan ji nêçarî berê xwe dan bajaran ve koçber bû. Yek ji van gundan jî gundê Hesena yê ku li quntarê Çiyayê Cûdî ya girêdayî navçeya Sîlopî ya Şirnexê ye. Asûriyên ku li gundê Hesena dijîn, hem  ji ber baweriya xwe û hem jî ji ber sekna xwe ya mûxalîf timî bûne hedef. Ji ber zextên dewletê, piraniya malbatên vî gundî koçî Ewropayê bûn. Gundê ku bi temamî hatibû  valakirin, niha hêdî hêdî bi xaniyên ku tên çêkirin re, tê avakirin.    Heta niha nêzî 7 malbat li gund vegeriyan. Hin malbata jî di mehên havînê de ji bo betlaneyê tên gund. Tevî avakirinê jî, zextên li ser gund mîna salên 90'an hê jî didomin. Di ketina gund de, kontrola eskerî heye. Eskerên ku bi saetan welatiyan didin sekinandin, dûre bi GBT'ê re derbas dikin. Ji bo ku hûn bikevin gund divê destûr bê xwestin û hincet bê nîşandin. Lê li tevî hemû zext û astengiyan  jî gundê Asûriyan ji nû ve zindî dibe.    'EM PIR BÊRIYA GUND DIKIN'    Hinna Koçun a ku di emrê xwe yê 25 salî de ji ber zext û gefan bi zorê ji gund derket û koçî Ewropayê bû, behsa wan salan kir. Koçun, diyar kir ku di salên 90'î de wan gelek zordestî dît û wiha axivî: "Ez di temenê xwe yê 25'ê salî de ji gund derketim. Dema ku em derketîn  2 zarokên min hebûn. Jiyana me nexweş bû. Me debara xwe bi giya, fêqî û zebzeyan dikir. Piştî ku gund hat valakirin em jî derbasî Ewropayê bûn. Zarokên me dûrî axa xwe û çanda xwe mezin bûn. Ez û hevjînê xwe pir beriya welatê xwe û gundê xwe dikin. Li vir bêhna min û sebra min tê."   PIŞTÎ 34 SALAN HAT GUNDÊ XWE    Koçun, anî ziman ku vegera ji bo gund zêde bûye û wiha got: "Ez piştî 34 salan vegeriyam gundê xwe. Bi rastî jî, ji bo min keyfxweşiyek mezin bû. Hestekê pir cuda bû. Min got divê ez biçim cihê bav û kalên xwe û di dawiyê de ez hatim. Em naxwazin tenê havînan werin vir, em dixwazin her tim li vir bimînin. Heta niha li vir 7 malan malên xwe avakirine. Hêdî hêdî vedigerin ser axa xwe. Hin ji me tenê di mehên havînê de tên gund û hin ji me jî ji bo mayîne hatine. Helbet em dixwazin ku gundê me weke berê ji nû ve ava bibe û welatiyên gund dîsa vegerin ser axa xwe."   MA / Zeynep Dûrgût