Li Manîsayê qezaya trafîkê: 4 kes mirin 6 kes jî birîndar bûn 2021-08-28 09:52:36   MANÎSA - Li navçeya Salîhliyê wesayîta îhlala şerîtê kir, li mîdîbusa karkeran xist. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.    Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê wesayîta îhlala şerîtê kir, li mîdîbusa karkeran xist. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. Li ser îxbarê gelek polîs, agirkuj û tîmên tendurisiyê sewqî cihê qezayê hatin kirin. Du kesên ku di wesayîtên de asê mabûn ji aliyê tîmên agirkuj ve hatin derxistin. Tîmên tenduristiyê, piştî kontrolkirinê, dan zanîn ku ajokarê wesayîtê Ramazan Çetînkaya û hevjîna wî Hayriye Çetînkaya (61) û ajokarê mîdîbusê Îsmaîl Ûçar û ji rêwiyan Mahmût Bozkûrt jiyana xwe ji dest dane.    Piştî mudaxaleya ewil a tîmên tenduristiyê 6 kesên di qezayê de birîndar bûn jî, rakirin nexweşxaneyên bajêr. Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.