Doz derbarê hevseroka qetilkirinên jinan şermezar kir de hat vekirin 2021-08-28 11:33:44 ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag, ji ber ku daxuyaniya li dijî tundî, kuştin, îstîsmarkirina jin û zarokan xwend, derbarê wê de, doz hat vekirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), li Kolana Hûnerê ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, di 16'ê Tîrmeha 2020'an de, ji bo şermezarkirina tacîz, tecawîz, tundî û qetilkirinên jinan daxuyanî da bû çapemeniyê. Ev daxuyaniya TJA'yê weke sûc hat dîtin û Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiya derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Sabûha Akdag a tevlî daxuyaniyê bibû de, bi îdîaya "Bi aşkere gel sewqî kîn û dijminantiyê kirin" lêpirsîn dabû dest pê kirin. Serdozgeriyê di encama lêpirsînê de îdîaname amade kir û ji 1'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Sîlopiyê re şand. Dadgehê îdîanme qebûl kir. Di îdîanameyê de, hat destnîşan kirin ku Akdag, bi vê daxuyaniyê  hêzên ewlehiyê  hedef nîşandaye û jiyana wan xistiye nava xetereyê.   BERTEK NÎŞAN DA    Hevserok Akdag, bertek nîşanî îdîa û sûcdariyên têkildarî xwe dan û wiha axivî: "Armanca me ya li wir hate berovajî kirin. Armanca me ya li wir ew bû ku em li dijî qirkirin, tundî û tecawiza li dijî jinan şermezar bikin. Me xwest berteka xwe bi daxuyaniyekî bînin ziman. Lê ji ber ku di daxuyaniyê de peyva 'Kurdistan' hate bikaranîn ev lêpirsîn bi vî rengî encam girt. Li Tirkiyeyê edelet tune ye û nema ye. Ew kesên ku jinan dikujin, îstîsmar dikin nayê cezakirin, lê yên ku li hemberî vê bertekên xwe tînin ziman tên darizandin."    Yekemîn danişîna doza derbarê Akdag de hat vekirin, wê di 5'ê Cotmehê de 1'emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Sîlopiyê bê dîtin.