Malbata Şenyaşar: Heke dozger bitirse bila îstîfa bike 2021-08-28 11:43:06 RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, ev peyam parve kir: “Divê dozger lêpirsîneke adil bik, bila nebe hevkarê sûc. Heke ji serdestan bitirse, bila îstîfa bike.”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 173’yemîn de didome. Ji ber avahiya edliyeyê girtiye, malbatê çalakiya xwe ya îro, li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dewam kir.    ‘BILA DOZGER NEBE HEVKARÊ SÛC’   Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Divê rûmeta mirovahiyê ji zilmê re bêdeng nemîne. 3 mirov li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin. 3 sal in yek kes nehatiye girtin. Divê dozger lêpirsîneke adil bike, bile nebe hevkarê sûc. Heke ji serdestan bitirse, bila îstîfa bike.”