12 girtî xistin karantînayê 2021-08-28 11:54:13   AMED - Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi Hebûn Ûlaş ê testa wî ya Kovîd-19 pozîtîf derket re 12 girtî xistin karantînayê.    Hat diyarkirin ku Hebûn Ûlaş ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne, piştî ku aciz dibe, testa wî ya vîrûsa koronayê tê kirin û encama testa wî pozîtîf derdikeve. Bi Ûlaş re 12 kesên di odeya wî de dimînin, xistin karantînayê. Hat zanîn ku xistina karantînayê ya girtiyan, di hevdîtina parêzeran a roja pêncşemê de hatiye hînbûn û hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya Ûlaş baş e.