DFG’ê rojnamevan Safyettîn Tepe bi bîr anî 2021-08-28 13:56:27   NAVENDA NÛÇEYAN - DFG’ê nûçegihanê rojnameya Yenî Polîtîkayê Safyettîn Tepe di salvegera qetilkirina wî de bi bîr anî.  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) nûçegihanê rojnameya Yenî Polîtîkayê Safyettîn Tepe di salvegera qetilkirina wî de bi daxuyaniyek nivîskî bi bîr anî. DFG’ê, bi bîr xist ku di salên 1990’î de gelek rojnamegerên çapemeniya azad hatin revandin û kuştin û wiha got: “Yek ji rojnamegerê kurd jî Safyettin Tepe bû. Tepe nûçegîhanê Rojnameya Yenî Polîtîka yê Êlihê bû. Di 25’ê tebaxa 1995'an de binçav kirin. Piştre birin Midûriyeta Polîsan a Bedlisê. Di 29’ê tebaxa 1995'an de di bin çavan de qetil kirin. Hêj 27 salî bû. Nû dest bi rojnamegeriyê kiribû. Polîsan îdîa kirin ku Safyettîn di bin çavan de întîhar kiriye. Lê malbata Tepe diyar kir ku kurê wan hatiye qetilkirin.”   DFG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de, ev tişt gotin: “Safyettîn pismamê Ferhat Tepe bû. Ferhat Tepe jî nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê bû. Ferhat Tepe di 28’ê tîrmeha 1993'an de li Bedlisê hatibû revandin û di 8’ê tebaxê de cenazeye wî li tenişta Hazarê hatibû dîtin. Safyettîn Tepe di îlona 1993'an de li Edene û Dîlokê nûçegîhaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kir. Dema hat kuştin li Êlihê nûçegîhanê Rojnameya Yenî Politika yê Êlihê bû. Birayê Safyettin, Tayîp Tepe, di hevdîtinên xwe de diyar kiribû ku nûçeyên faîlên nediyar çêdikir û ji ber polîs ji nûçeyên Safyettîn bêzar bûn, ew kuştin. Malbatê di sala 1996’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) da. DMME’yê di 20’ê adara 1996’an de serlêdan qebûl kir, lê di 13’ê nîsana 2004’an de serlêdan red kir. 26 sal in hêj kujer nehatine dîtin û nehatine cezakirin.”   DFG’ê, diyar kir ku weke rojnamegerên kurd û Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê dê têkoşîna rojnamegerên di rêya rastî û heqîqetê de canê xwe dane bilind bikin û destnîşan kir ku ji bo ronahî di tarîtiyê de nemîn e, wê heta dawiyê li pêy doza wan bin.    Wê Tepe sibê ji aliyê xizm, heval û hogiren xwe ve li ser gora xwe ya li Bedlîse were bibîranîn.