Divê nexweşê penceşêrê Kaymaz ê ji sedî 95 astengdare bê dermankirin 2021-08-28 15:31:52   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, bal kişand ser rewşa Hasan Kaymaz ê gelek nexweşiyên wî hene û ji sedî 95 astengdare, xwest bê dermankirin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya “Rûniştina F”a hefteya 492’yemîn li ser hesabê xwe yê medya dijîtal li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê penceşêrê Hasan Kaymaz ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpetê dimîne.     Endamê komîsyonê Mehmet Acettîn daxuyaniya vê heftê xwend. Acettîn, diyar kir ku pirsgirêkên di girtîgehan de nayin çareser kirin û got: “Ji ber zêdebûna binpêkirinên mafan, jiyana girtiyan nebaş bûye. Ji ber mafê jiyana girtiyên tedawiya wan tên astengkirin, di xeteriyê de ye.”   JI SEDÎ 95 ASTENGDARE    Acettîn, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Kaymaz ê 58 salî û wiha axivî: “Kaymaz li Girtîgeha Tîpa T a Xarpetê dimîne. Ji sala 1986’an ve nexweşiya wî ya Epîlepsiyê heye. Ji sala 2007’an ve jî, nexweşiyên wî yên pencşêr û dil hene. Kaymaz berî 8 mehan bi şewba vîrûsa koronayê ket. Ji ber nexweşiyên wî yên Epîlepsî û penceşêrê, rapora ji sedî 95 astengdare ji bo wî hat dayîn. Kaymaz ji dilê xwe 7 caran emeliyat bûye. Her ku diçe nexweşiya wî ya penceşêrê belav dibe. Gurçikên wî jî, ji ber penceşêrê, hêdî hêdî têk diçin.”   HER ROJ NÊZÎ MIRINÊ DIBE   Acettîn, da zanîn ku Kaymaz her roj nêzî mirinê dibe û ev bang kir: “Ji bo parastina mafê jiyanê, divê Kaymaz demildest bê berdan. Em weke parazvanên mafên mirovan; di şexsê Hasan Kaymaz de, dixwazin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan û astengiyên li pêşiya dermankirina wan bên rakirin. Em bang li rayedaran dikin ku di vî warî de peywira xwe bi cih bînin.”