Pêşkeşvanê Stêrk TV'yê Şêrko Celal ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da 2021-08-28 19:59:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend û pêşkêşvanê Stêrk TV'yê Şêrko Celal ku ji ber Covîd-19’ê li bajarê Lîlle yê Fransayê tedawî dibû, îro danê nîvro jiyana xwe ji dest da.   Hunermend û pêşkêşvanê Stêrk TV'yê Şêrko Celal ku ji ber Covîd-19’ê li bajarê Lîlle yê Fransayê tedawî dibû, îro danê nîvro jiyana xwe ji dest da. Xebatkarên Stêrk TV'yê ji bo Celal ev daxuyaî weşandin: “Şêrko Celal Mamêş Koyê yê ku bi navê Şêrko Celal dihate naskirin di sala 1956’an de li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Celal di sala 1974’an de tevî birayê xwe wênesaz Rehbar Celal dibe pêşmerge û li çiyayan jî bi wêneyan xizmeta şoreşê dike. Piştî ku şoreş têk diçe, Şêrko Celal vedigere Başûrê Kurdistanê û di sala 1982’an de jî berê xwe dide Fransayê.   Şêrko Celal di sala 2002’an de di Roj Tvyê de dest bi bernameya Rojbaş Kurdistanê dike. Celal demekê bernameya Tîşkî Huner amade û pêşkêş dikir. Di sala 2012’an de jî navê bernameyê diguherîne û di Stêrk Tyê de navê wê dike Rêjney Reng. Celal di Stêrk Tvyê de bi sedan bername amade kir û ji xeynî xebatên medyayê wî li pey xwe gelek ceribandin, gotar û helbet jî hişt. Em xebatkarên Stêrk Tvyê ji malbat û dostên hevrê Şêrko Celal re sersaxiyê dixwazin.”