Li Bestayê agir bi daristanek din ket 2021-08-29 11:33:55   ŞIRNEX - Li herêma Besta ya Şirnexê, agir bi daristana qada Qurta Xanê ket.    Li qada Qurta Xanê ya herêma Besta ya girêdayî Şirnexê, di saetên serê sibê de, agir bi daristanê ket. Şewata ku sedema wê nehat zanîn, bi hinceta ewlehiyê destûr nayê dayîn ku kes mudaxile bike. Welatiyên ku dixwazin şewatê vemirin ji, aliyê eskeran ve tên astengkirin.   Li aliyê din, şewata ku di encama bombebarana balafiran de, berî 4 rojan li gundê Mêhrîna ya ku dikeve herêma Bestayê rû da jî, dewam dike.