Malbata Şenyaşar: Rojek zû yan dereng wê edalet bi ser bikeve 2021-08-29 12:14:34   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 174’emîn a nobeta xwe ya “Edaletê” de, ev peyam parve kir: “Rojek zû yan dereng wê edalet bi ser bikeve. “    Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurên xwe di êrişa  parazvan û xizmên Parlamenerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de, winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrişî bi birîndarî xelas bû re, çalakiya xwe ya nobeta “Edaletê” ya li pêş Edliya Rihayê di roja 174’emîn de dewam kirin. Ji ber avahiya edliyeyê girti bû, malbatê çalakiya xwe ya îro, li mala xwe ya li navçeya Pirsûs a Rihayê dewam kir.   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal, hesabên Dadgeha Destûra Bingehîn, Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqerê û Baroya Dîlokê etîket kirin û ev peyam parve kir: “Nexweşxane, wêneyê dozgerên ku li doza qetlîamê mêze dikine. Hewl didin zexta dayikê ya li ser dozgeran rakin. Rojek zû yan dereng wê edalet bi ser bikeve. Kesên hatin hilbijartin wê biçin. Rê xuya dike.”